Otelên Wanê bi krîzê re rûbirû ne: ‘Lêçûna me ji sedî 20 bû derket sedî 80’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nûçeya Taybet – Bajarê Wanê ku beşek mezîn ya debara xwe ji geştîyarîyê qezanç dike, jiber pandemîyê û krîza aborî karê geştîyarî niha pir zirar dike. Rêvebirên otelan dibêje ku her diçe fatureyên lêçûyan zêde dibin û ew jî berbi xilasbûne ve diçin.


Sektora tûrîzmê ku ji ber pandemiyê demek dijwar derbas dike bi zêdebûna diravên biyanî re ket nava deynên mezin. Li gor daneyên BRSA yên Bankeya Daneyên Tûrîzmê ku di derbarê tûrîzmê de agahiyên aborî hene; Bi giştî deynê sektora geştiyariyê ya li bankayan derket 15 milyar dolarî. Pisporên tûrîzmê yên Wanê ku bajarê herî mezin ê Herêma Serhatê ye û di her demsalê da mazûvaniya geştiyaran dike, rojên dijwar derbas dikin. Em bi navên rêvebirên otêl ên li Wanê re li ser bandora krîzê ya li ser tûrîzmê axivîn.


‘Ekspresa Gola Wanê qet dest bi xebatê nekir’

Serokê Yekitiya Otêlvan û Tûrîzmê yê Wanê (VANOTED) Yunus Yuksel jî endamê lijneya geşepêdana turîzmê ye û ev 6 sal in di rêveberiya tûrîzmê da ye. Ew diyar dike ku seferên ji bo Wanê nîvco kêm bûne. Her wiha dibêje, pirsgirêka hatinûçûnê zextê li sektora geştiyariyê ya Wanê jî dike: “Tûrîstên Îranî herî zêde serdana bajarê me dikin. Ekspresa Gola Wanê ya me heye, dest bi xebatê nekiriye. Ger em vê ji nû ve vejînin, dibe ku em karibin turîstên xwemalî pêşwazî bikin. Niha ti trênên rêwiyan ên ji nayên. Bi pandemiyê re ew hat sekinandin û hêj seferan dest pê nekiriye. Divê turên agahdarkirinê bên kirin, ajansên li rojava bên vir û bajar bê nasandin.”

Otelên Wanê bi krîzê re rûbirû ne: 'Lêçûna me ji sedî 20 bû derket sedî 80' - Yunus Yuksel
Yunus Yüksel


‘Lêçûnên me ji sedî 20’an bû ji sedî 80’


Recep Sulhan ku ev 16 sal e karê turîzmê dike, diyar kir ku ji ber pandemiyê 3 meh otêlên xwe girtine Ew dide zanîn ku elektrîk, gaza xwezayî, av û mûçeyên karmendan lêçûnên wî yên sereke ne. Her wiha anî ziman ku ew her meh sed hezar TL fatureya ceyranê didin. Sulhan, anî ziman ku beriya pandemiyê û zêdebûna nirxê van demên dawî nêzî sed personelên wan hebûn û got, “Lêçûna me ji sedî 20 derketiye ji sedî 80’î. Avantaja me heye ku em otêlek peravê ne. Niha rêjeya dagirtina me ji sedî 40 ye û rêjeya dagirtina otêlên navendê jî pir kêm e. Pandemî gelek bandor li otêlên ku beriya pandemiyê ji sedî 70 hebûn niha ji sedî 30 ye, girtina deriyên sînor bandorê li otêlan jî dike. Tedbîrên ku di dema pandemiyê û piştî wê de hatine girtin bandor li ser marjînala qezenca me ya di rêxistinan de kir. Ji ber ku hejmar kêm bû, xwarin û vexwarin qedexe bû, helbet ev yek ji bo me zirarek bû.”

Otelên Wanê bi krîzê re rûbirû ne: 'Lêçûna me ji sedî 20 bû derket sedî 80' - Recep Sulhan
Recep Sulhan

‘Çima turîst cihekî ku ewqas pirsgirêkên binesaziyê lê hene tercîh dikin?’


Ji bilî krîzê Sulhan gazinan dike ku bajar nayê pêşxistin. Ew dibêje ji ber nebûna ragihandina bibandor geşt bi geryan têne sînordar kirin. Sulhan got, “Di xala danasînê de kêmasiyên walîtiyê yên cidî hene” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çima turîst cihekî ku ewqas pirsgirêkên binesaziyê lê hene tercîh dikin? Ji bilî vê, gelek otêl û rûniştinên neqanûnî hene. Vana pir bandorê li me dikin. Kêmbûna kontrolê dibe sedem ku ew bên parastin. Em bac, sîgorta, heqdestê herî kêm didin, lê yek ji otêlên dereqanûnî van nakin, tevî van jî em tên kontrolkirin, lê otêlên derqanûnî nayên kontrolkirin.”


‘Me pir xwe dispêre Îranê’


Reşat Yeşîlagaç ku nêzî 20 sal in li Wanê karê tûrîzmê dike jî; “Me zêde pişta xwe da Îranê. Qadeke sûkê xweş e, lê ji ber ku di dema pandemiyê de Deriyê Sînor ê Kapikoyê girtî bû, me gelek zehmet kir. Beriya pandemiyê mehane 120-130 hezar lêçûnên me hebûn, lê niha 2 sed hezar lîre lêçûnên me hene. Mesrefên herî mezin ceyran, gaza xwezayî û mûçeyên karmendan e. Heqê ceyranê ku meha borî 10 hezar lire bû, vê mehê bû 30 hezar lire. Gaza xwezayî jî. Meaşên karmendan di asta herî kêm de ye, ji bo karmendek pir hindik e lê nayê dayîn. Tevkariya tûrîzmê li bacan hat zêdekirin û hewcedariya Belgeya Tûrîzma Ewle ku di destpêka pandemiyê de mehane hezar lîre tê dayîn, hat destnîşankirin. “Her ku lêçûn zêde dibin, zirar jî zêde dibe,” wî dibêje.

Otelên Wanê bi krîzê re rûbirû ne: 'Lêçûna me ji sedî 20 bû derket sedî 80' - Resat Yesilagac
Reşat Yeşilağaç


‘Ez difikirim ku fatûreyên piştî Sibatê dê zêde bibin’


Mahmut Köroğlu, rêvebirêkî din ê geştiyariyê, dibêje ku ew 18 sal in di vê sektorê de ye. Koroglu destnîşan kir ku tûrîzma dinyayê di pêvajoya krîza aborî û pandemiyê da yek ji sektorên ku herî zêde zirar dîtiye û wiha got: “Di dema krîza aborî û pandemiyê de hêza kirînê kêm bûye û karsazên ku zirar dîtine ji bo demekê xebatên xwe dane sekinandin. Di vê çarçoveyê de parastina kar zehmet bûye. Ez difikirim ku faktora herî mezin bêkarî ye. Lêçûnên enerjiyê, lêçûnên karmendan, lêçûnên gelemperî, lêçûnên kirrûbirra otêl û reklamê, lêçûnên lênihêrîn-tamîrkirinê di nav lêçûnên sereke yên otêlan de ne. Krîza aborî bandor li elektrîk, gaza xwezayî, av, mûçeyên karmendan, bac û prîmên bîmeyê kir, ku xercên me yên sereke ne. Niha bi giştî mûçeyê van tiştan mehane di navbera 150 hezar û 180 hezar TL de diguhere. Ez difikirim ku em ê ji meha Sibatê pê ve bi mîqdarên pir mezintir re rû bi rû bimînin, “wî dibêje.

Otelên Wanê bi krîzê re rûbirû ne: 'Lêçûna me ji sedî 20 bû derket sedî 80' - Mahmut Koroglu
Mahmut Köroğlu

Nûçe: Yeşim Karaağar

(ro-aa)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Otelên Wanê bi krîzê re rûbirû ne: ‘Lêçûna me ji sedî 20 bû derket sedî 80’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *