Sewalkarên Gamêşan ji ber krîza aborî yek bi yek gamêşan difiroşin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

 

Xwediyên gamêşan yên li Gundê Xûnî ya bi ser navçeya Ebexa Wanê ku ev 50 sale vî karî dikin, jiber zêdebûna buhayê ka û yêm ketine rewşek xerab û hêdî hêdî dest bi firotina gamêşên xwe kirine.

Navçeya Ebexa Wanê sartirîn ciheke Tirkiyê ye. Li vê deverê ev nêzî 50 sale welatî gamêşan xwedî dikin. Piştî ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan got, “Mastê gamêşan bixwin” gamêş cardin ketin rojevê.

Hişkesaliyê tesîrek neyînî derxistiye holê

Li Wanê ev gamêş li gundê Xûnî ya Ebexê derdora Gola Qazan tên xwedîkirin. Gamêşên gundê Xûnî zivîstanê kewzên nava golê, havînan jî gihayên taze dixwin. Dema ku zivistane berfê zêde lê kir, sewalkar neçar dimînin ku gamêşan bi ka û yêm têr bikin. Bona ku sala 2021’an hişkî derbas bû û piştre jî li welat krîza aborî destpê kir, bûhayê ka û yêm zêde bû. Sewalkar jî bi vê sedemê neçar dimînin ku gamêşên xwe bifiroşin.

Sewalkar nikarin gamêşên xwe têr bikin

Serokê Odeya Baytarên Herama Wanê Yakup Akgul, dibêje ku dikare li her derê gamêş bêne xwedîkirin û ev sewale ji aliyê şîr û goşt ve gelek giringîn. Gamêş di dîrokê de jî bo çandiniyê jî alîkariyek mezin daye mirovahiyê.  Akgul, destnîşan kir ku van salên dawî derbarê gamêşvaniyê de teşwîk zêde bûne û jiber vê sedemê jî hejmara sewalkarên gamêşan jî zêde bûne. Akgul, di vê mijarê de wiha axivî: “Li herema Wanê bo sewalkariyê teşwîq gelek zêde bûne. Tevî vê, gamêş li cihên avî bi xwarinek kêm jî gelek şîr û goşt didin. Dîsa jî jiber hişkesalî û krîza aborî sewalkar nikarin sewalên xwe têr bikin.”

Sewalkarên Gamêşan ji ber krîza aborî yek bi yek gamêşan difiroşin - Vanin belgesellere konu olan mandalari tek tek satiliyor1 1024x576 1

‘Xwedîkirina gamêşan kareke zehmet e’

Niştecihê gundê Xûnîyê Yaşar Beyazsu yê 60 salî dibêje ku ev nêzî 50 sale gamêşan xwedî dike û debara xwe jî bi vî karî pêktîne. Beyazsu, derbirî ku xwedîkirina gamêşan karekî gelek zehmet e û gazicên xwe yên têkildarî bûhabûna alifê sewalan de jî wiha anî ziman, “Wekî mînak îsal torbeyê alifê 50 kîlo bûye 205 TL. Ka spî tona wê bûye 3 hezar TL. Ew par hezar TL yan bû.”

Li gund her diçe hejmara gamêşan kêm dibe

Gundê Xûniyê ji 50 malan pêk tê û hima bêje hemû mal jî gamêşan xwedî dikin. Niha tê gotin ku beriya niha li gund nêzî 250 gamêş hebûne lê mixabin niha ev hejmar daketiye 30 gamêşan. Beyazsu, di vê derbarê de jî diyar dike ku yekem sedema vê rewşê jî buhabûna alifî ye. Beyazsu herwiha anî ziman ku ew 5 kîlo mastê gamêşan didin 60 TL yî û got ku ew dikarin encax bi vî pereyî tenê 2 kîlo kartolan bikerin.

Sewalkarên Gamêşan ji ber krîza aborî yek bi yek gamêşan difiroşin - Vanin belgesellere konu olan mandalari tek tek satiliyor2 300x169 1

‘Eger piştgirî neyê dayîn emê sewalên xwe bifiroşin’

Herwiha Beyazsu, anî ziman ku piranî li heremê gamêş Ebexê têne xwedîkirin û dide zanîn ku ew ji ber krîza aborî neçar maye gamêşên xwe bifiroşe. Beyazsu wiha pêde çû: “Min 16 gamêş hebûn, niha tenê 4 gamêş mane di destê min de. Gamêşek tevî têjikê xwe 7-8 Hezar TL yan tê firotin. Tena serê xwe encax dikare 5-6 Hezar TLyan biçe. Êdi pere jî nake. Eger wezareta çandiniyê piştgirî nede ezê neçar bimînim gamêşên xwe bifiroşim.”

 

Video: Bariş Aslan

Montaj: Hakan Aslan

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Sewalkarên Gamêşan ji ber krîza aborî yek bi yek gamêşan difiroşin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *