25’ê Mijdarê: Serpêhatiya dayîka bo zaroka xwe çendîn sînor derbas kiriye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Îro 25 Mijdarê ye… Di vê rojê de aliyekê tundiya li hemberî jinan lez û bez berdewam dike, li aliyê din jî têkoşîna jinan ya li hevberî vê jî mezin dibe. Yek ji welatên ku jin lê bi tundiyê re rû bi rû dimînin jî Efxanîstan e ku niha di bin desthilata Talîbanê de ye. Çîroka Sidika Heyderî ku dû keça xwe de hatiye Wanê ye.

Talîbanê ku di sala 2021’an de desthilata Efxanîstanê bidest xist, tundî û pêkutiyên li ser jinan zêde kir. Her roj hejmarek zêde jin ji ber zulma Talîbanê dibin koçber û ji vî welatî direvin.

25’ê Mijdarê: Serpêhatiya dayîka bo zaroka xwe çendîn sînor derbas kiriye - aaa 1024x512 1 1

Hefteya borî li Afganîstanê ku Talîban rêgezên ‘Şerîatê’ bikartîne, 19 kes li ber çavê gel bi qemçiyê hatin cezakirin. Di nava van kesan de 9 jî jin hebûn. Li vî welatî Talîban herî zêde li ser jinan pêkutiyan dide meşandin. Li Afganîstanê par dibistan ji jinan re hate qedexekirin. Piştî demeke kin vê car jî park û baxçe ji jinan re hate qedexekirin. Ji ber van sedeman di serî de jin, gelek kes bi ser Îranê ve wekî koçber têne Wanê.

Sidika Heyderî ku bo parastina keça xwe ya 10 salî tevî malbata xwe wekî koçber hatiye Wanê, dibêje ku Talîbanê gelek zulm li wan kiriye. Heyderî, destnîşan kir ku ew li gel komek ji 20 kesan pêk dihat bi meşê, ew ji Îranê derbasî Wanê bûne. Heyderî derbarê rêwîtaya xwe axivî û tevî rondikên çavan behsa jineke windabûyî kir, “Jinek li gel me bû. Her tim bi hevserê xwe re bû. Lê ew winda bû. Ço ku, çi lê hat? Me nezanî. Ji ber wê jî min keça xwe qet ji xwe dûr nexist. Ji ber keça xwe ez qet raneketim.”

25’ê Mijdarê: Serpêhatiya dayîka bo zaroka xwe çendîn sînor derbas kiriye - sidika heyderi 2 1024x769 1

Heyderî ku destê keça xwe qet bernade û bi dilek xemgîn behsa rêwîtiya xwe ya zor û zehmet dike, ji ber rondikan nikare biaxive. Ew diyar dike ku 13 rojan di rê de mane û heta ku gihiştine Wanê, bi gelek şert û mercên xerab re rû bi rû mane.

Ev jina dilşewat dayîka 4 keçikane, sê keçên wê li Afganîstanê zewicinê û hê jî li wir jiyan dikin. Keça wê ya 10 salî niha tevî malbatê li Wanê, lê mixabin ew hêj xwedî mercên baş nîne. Zaroka wê boneya ku ‘belgeya wê ya rûniştinê a fermî’ tuneye, nikare biçe dibistanê. Ew dibêje ku bona ‘Nasnameya demî’ werbigirin lê serdana wan hatiye redkirin û wiha dewam kir: “Keça min gelek zehmetiyan dibîne. Dema ew zarokên diçin dibistanê dibîne gelek xemgîn dibe.” Heyderî, di vê navberê de jibo ku debarê pêk bîne çi kar peyda bike dike. Wê diyar kir ku nexweşe, lê ew nikare biçe nexweşxaneyê û ji xwe re dermanan bistîne. Heyderî, bi berdewamî dide zanîn ku keça wê nexweşe, hem ji pozê wê hem jî ji devê wê xwîn di herike, lê biboneya ku sîgorteya wê tuneye, ew nikare zaroka xwe bibe nexweşxaneyê.

25’ê Mijdarê: Serpêhatiya dayîka bo zaroka xwe çendîn sînor derbas kiriye - afganistan 2 1

Heyderî, ku niha bona hînbûna ziman diçe qursa zimanê Tirkî, derbirî ku bi destpêkê bi sedema ku wê Tirkî nedizanî gelek pirsgirêk jiyan kirine, ancax niha kêm be jî ew dikare, bi mirovan re Tirkî têkilî deyne.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
25’ê Mijdarê: Serpêhatiya dayîka bo zaroka xwe çendîn sînor derbas kiriye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *