Trend Nûçe

KOMKUJIYA HELEPÇE
Hemû Nûçe

KOMKUJIYA HELEPÇE

18 ئازار 2023
0

Ji bo ku mirov cihê vê komkujiya ku ji aliyê hinek Kurdan ve weke "Hîroşîmaya Kurdan" tê binavkirin, di pêvajoya...

Read more
İRAN û Tirkiye

Nûnerên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye li Moskovayê dicivin

15 ئازار 2023
Yekbûn a biçûk ji Newroza îsal re amade ye

Yekbûn a biçûk ji Newroza îsal re amade ye

18 ئازار 2023
Gelê Wanê di bin baranê de berê xwe da qada Newrozê

Gelê Wanê di bin baranê de berê xwe da qada Newrozê

19 ئازار 2023
Baytar Cumalî Ozkan: Nexweşiya ‘Şebê’ dibe sedema mirina sewalên ciwan!

Baytar Cumalî Ozkan: Nexweşiya ‘Şebê’ dibe sedema mirina sewalên ciwan!

20 ئازار 2023
چوار شه‌ممه‌, ئازار 22, 2023
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî
Serhat NEWS
  • Destpêk
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Îklîm
  • Çand û Huner
  • Nivîskar
No Result
View All Result
Serhat NEWS
No Result
View All Result

Destpêk » Li Wanê şûna komirê alîkariyê kevir ji welatiyan belav kirine

Li Wanê şûna komirê alîkariyê kevir ji welatiyan belav kirine

Şehriban AbiDıldar GülerbyŞehriban AbiandDıldar Güler
14/01/2023
in Bi Dîmen, Hemû Nûçe, Taybet
A A
0
Li Wanê şûna komirê alîkariyê kevir ji welatiyan belav kirine
Li ser Facebook'ê Parve BikeLi ser Twitter'ê Parve BikeLi ser Whatsapp'ê Parve Bike

Li navçeya Artemêt ya Wanê, di nava torbeyê komirê alîkariyê ku ji aliyê Weqfa Piştevanî û Alîkarî ya Civakî hatiye belavkirin de kevir derketin.

Li Taxa Kurubaş a bi ser navçeya Artemêt ya Wanê di nava torbeyê komir de ku ji aliyê Weqfa Piştevanî û Alîkariyê ya Civakî (SYDV) ve hatiye belav kirin kevir derdikevin.

Welatiyên ku vî komirî di sobeyan de dişeweitîni bo ku kevir ji ber şewatê diteqin, bi talûqeyê re jî rû bi rû dimînin. Welatiyan li cem me ev torbe valakirin û derket holê ku li şûna komir, kevir xistine nava torbeyan. Niştecihan bertek nîşanê vê yekê dan û anîn ziman, “Li şûna komir, kevir belav kirine. Ji me distînin û dîsa didin me”

Niştecihên taxê destnîşan kirin ku wan ev pirsgirêk ji rayedarên weqfê re ragihandiye û gotin, “Midûrê wekfî ji mer got ku ev komirekî başe. Guhertina komir me mumkun e. Ji bilî vê jî tu komir nîne.”

Rayedarên weqfê jî ev yek piştrast kirin û gotin ku tenê di tirekî komir de kevir derketine û wana ev yek ji fîrmaya berpisyar re ragihandine.

Ji niştecihên taxê Cemal Guler, nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha axivî:”Qaşo me komirê alîkariyê standiye. Lê mixabin li şûna komir, kevir dane me. Sobeyên me ji ber teqîna vî komirê şikestin. Ev 30 sale em li vê taxê rûdinên. Heta niha dema me dikarî ji xwe re me komir distand. Lê hin caran jî me komirê alîkariyê werdigirt. Komirê îsal hatiye belavkirin na şewite. Em tevî ciranan çûn cem rayedarên weqfê û me mijar ji wan re ragihand. Wan îdîa kirin ku komir biqaliteye yekemîn e. Ev komirê Şirnexê ye. Tenê ez na, hemû ciran jî ji ber komir bigazincin.”

Guler anî ziman ku komir dema tê şewitandin, dûkêleke wekî ya mazotê derdikeve holê û wiha domand: “Dewlet bi van komiran hin şirketan dewlemend dike. Çi nebe wisa çêkiriban me kariba zivistanê derbas bikin. Wan ev alîkarî nedaban baştir bû.”

Hiyal (xiyal) Şahîn jî derbirî ku wekî her sal, îsal jî komirê alîkariyê standine da zanîn ku komirê îsal ne wekî yên salên din e. Wê axiftina xwe wiha domand: “Di nava komirê îsal hatiye belavkirin de kevir derketin. Ne dişewite ne jî germ dike. Dûkêla wê jî gelek bi qirêj e. Welatî nikarin ji malên xwe derkevin. Ev ên ku komir belav dikin, dibêjin ‘Ev e Kurd in, ji xwe nezanin. Em wana bixapînin’ ji bilî vê jî weteya vê yekê nîne.

Jina bi navê Kezman Guler jî got li şûna komir, di torbeyan de kevir derketiye. Ew dibêje ku kevir dinava sobeyê de teqiyaye û biçek maye xalîçeya wê bişewitîne. Guler wiha got, “Ji ber tirsa jahrîbûnê ez ditirsim şev komir bavêjim ser sobê. Zarok ji ber sarmayê her tim nexweş dikevin. Hevserê min çû weqfê û rayedaran ji wî re gotine ‘Me kontrol kiriye, ev komirek başe’. Ev komire ji xwe dîsa keda me ye, ji me distînin û cardin didin me”

Serhat News

(lg)

ShareTweetSend
Previous Post

S.Ç ya ku xurdeyan berhev dike: Ez neçar im

Next Post

Mahmut Alinak: Dewlet bi vê dozê dibêje ‘Parlamentoya min terk bikin’

Next Post
Mahmut Alinak: Dewlet bi vê dozê dibêje ‘Parlamentoya min terk bikin’

Mahmut Alinak: Dewlet bi vê dozê dibêje ‘Parlamentoya min terk bikin’

وەڵامێک بنووسە هەڵوەشاندنەوەی وەڵام

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Serhat NEWS

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

Menu ya Zû

  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî

Parvekirinên Me Yên Ser Medya Civakîız

No Result
View All Result
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Destpêk
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Îklîm
  • Çand û Huner
  • Nivîskar

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek, çerezlerin kullanılmasına izin vermiş olursunuz. Gizlilik ve Çerez Politikamızı ziyaret edin.