AKP ya ku keda jinan desteser kir, li Wanê di rojeva medyaya civakî de ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Artemêta, qada ku rêxistina AKP’ê ya Wanê tabelaya ‘Daristana Bîrdariya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê’ daliqandiye ji ber ku têde tu tar tunene li ser medyaya civakî bû mijara henekan.

Li Wanê tev ku Midûriyeta Daristanan hebe jî, ev bajar li Tirkiyê di nava bajarên din de di warê daristanan de bajarê herî xizane. Lê gel vê rewşê şuna ku dar bên çandin, tenê tabelayên ‘Daristanê’ tên çiqilandin.  Rêxistina AKP’ê ya Wanê jî tabelaya ‘Daristana Bîrdariya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê’ li qada kêleka Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê ya li navçeya Edremîtê danîye. Bona ku li qada tabela lê hatiye çiqilandin, dar tunene ev yek li ser medyaya civakî bûye mijara henakan. Di nava hefteyekê de gelek welatiyan dîmen û wêneyên ku li herêmê kişandin li ser medyaya civakî parve kirin û ev pêkanîn rexne kirin.

Beriya niha jinan li vir şitil çandine

Yek ji parêzerên Baroya Wanê Ebru Demirtepe ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kir, bertek nîşanî bûyeran da û ev tişt parve kir: “Di 8’ê Adara 2021’an de weke Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê li kêleka Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê li ser navê her parêzerek jin a baroya me li erdê vala şitlek çand. Îro min dît ku navê wê daristana bîrdariyê ya AKP’ê ye. Gelo we pirs ji kî kir?”

‘Keda jinan hat dizîn’

Aktîvîst Zozan Ozgokçe ku peyamên Demîrtepe parve kir, li ser hesaba xwe ya medya civakî ev rexne anî ziman: “Ev tam skandalek e. Me got ev ne daristan e. Derket holê ku jinan ev dar çandine. Bi her awayî diziya keda jinan ji bo wan helal e.”

Welatiyê bi navê Ahmet Ertan jî li ser medya civakî wiha gotiye: “Daristana bîranînê ya ‘bêwec’ a AKP’ê bûye mijara henekan. ‘Li daristanê binêre meaş-Allah!’ Binêr xaka ku Serokatiya Bajêra AKP’ê dixwest daristana bîranînê çêbike, niha tenê tabela maye.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
AKP ya ku keda jinan desteser kir, li Wanê di rojeva medyaya civakî de ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *