Amerîka: Em li dijî operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê ne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Berdevkê Wezareta Parastinê (Pentegonê) yê Amerîkayê General Patrick Ryder derbarê gefên Tirkiyeyê yên bo Bakûrê Sûriyeyê de destnîşan kir, wan ji Tirkiyeyê re gotine ku li heremê dijî hemû cure operasyonên leşkerîne û teqez dike ku operasyonên leşkerî li vê heremê bandoreke neyînî li şerê dijî DAIŞ’ê dike.

Berdevkê Wezareta Pentegonê General Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya heftane de mijarên rojevê nirxandin.

General Ryder, têkildarî gefên operasyona leşkerî yên Tirkiyeyê bo Bakûrê Sûriyeyê de got ku, ew li heremê bi avayekî zelal dijî hemû cure operasyonên leşkerî ne û wiha axivî: “Operasyonên bejayî yên li dijî Bakûrê Sûriyeyê, li heremê nearamiyeke zêdetir çêdike û bandoreke neyînî li hewlên têkbirina DAIŞ’ê dike. Me ev helwêsta xwe gihandiye Tirkiyeya hevpeyman jî .”

Hêjayî gotinê ye ku ev demeke Tirkiye li dijî Bakûrê Sûriyeyê gefên operasyona bejayî ya leşkerî dike. Li gel vê hewlên li hev hatinê di navbera Enqere û Şamê de jî berdewam in. Çav li rêye ku di dawiya vê mehê de herdû wezîrên derve yên Tirkiye û Sûriyeyê bên cem hev. Li bendeyê ku piştî hevdîtina wezîran, Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Suriyeyê Beşar Esad bi înîsiyatifa Serokê Rusyayê Vladimir Putîn bên cem hev. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Amerîka: Em li dijî operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê ne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *