Wezareta Parastinê ya Amerîkayê derbarê tayînkirina Hatim Ebû Şeqra, kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelefê, wekî fermandarê lîwaya 86an a Dêrezor, Reqa û Hisîçayê daxuyanî da. Berdevka Wezaretê Tammy Bruce got: “Ev xeletiyeke mezin e, Amerîka piştgiriyê nade vê biryarê.”
SERHAT NEWS – Hikûmeta Şamê Hatim Ebû Şeqra, ku bi navê Ahmed El-Hayes jî tê naskirin, wekî fermandarê yekîneyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir. Ebû Şeqra ji ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan, di nav de kuştina Hevrîn Xelefê, di bin dorpêçan de ye.
Nuçegihanê Rûdawê Diyar Kurde ji Tammy Bruceyê pirsî: “Gelo tayînkirina kesekî wekî Hatim Ebû Şeqra, ku dîrokeke wî ya binpêkirina – binpêkirinên mafên mirovan heye, li gorî çaverêkirinên Amerîkayê ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ye?” Bruce bersiv da: “Ev biryareke şaş e, ji ber dîroka wî ya tundî û têkçûna li dijî DAIŞê, Amerîka vê piştgirî nake.”
Hevrîn Xelef kî bû?
Hevrîn Hevrîn Xelef, seroka Partiya Sûriyeya Paşerojê, di 12ê Çiriya Pêşîn a 2019an de li ser rêya Til Temir-Eyn Îsa di êrîşeke çekdarî de, li gel 7 hevalên xwe hate kuştin. Hatim Ebû Şeqra, fermandarê koma Ehrar el-Şerqiye ya girêdayî Tirkiyeyê, wekî berpirsiyarê vê kuştinê tê naskirin. Ebû Şeqra ji aliyê Amerîka û Ewropayê ve wekî terorîst tê dîtin.