Anket! Di navbera tifaqa Cumhur û Millet de 5 puan hene

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şirketa Lêkolînê ya MAK’ê, ragihandiye ku  rêjeya dengên maseya şeş ji partiyên muxalefetê pêktê %45.6 e û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP û MHP’ê pêk tê %40.6 e.

Serokê Şirketa Şewirmendiyê ya MAK’ê Mehmet Alî Kulat encamên lêkolîna dawî eşkere kir. Anket li 61 bajaran li gel 5 hezar û 700 welatiyan hatiye pêkanîn.

Li gor encaman rêjeya dengên maseya şeşalî ya ji partiyên muxalefetê pêk tê, %45.6 û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur %40.6 e. Rêjeya dengên HDP’ê %8.4 e. Rêjeya dengên kesên bêbiryar jî %4 e.

Herwiha %33ê beşdarvanan gotine eger maseya şeşalî bibe desthilat dikare pirsgirêkan çareser bike, %25’an gotine dibe ku çareser bike û %34’an gotine ew bawer nakin maseya şeşalî bikaribe pirsgirêkan çareser bike.

Rêjeya dengên partiyan wiha hatiye diyar kirin:

AK Partî: %34.3

CHP: %25

ÎYÎ Partî: %15.6

HDP: %8,4

MHP: %6.3

DEVA: %2.5

Partiya Yeniden Refah: %1.3

Partiya Gelecek: %1,2

Partiya Tirkiyê ya Serbixwe: %1,2

Partiya Zafer: %1

Saadet: %0,9

HUDA PAR: %0,8

Partiya Demokrat: %0,4

Partiya Memleket: %0,2  (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Anket! Di navbera tifaqa Cumhur û Millet de 5 puan hene

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *