Anket! Ji sala 2018’an heta 2023’an dengên AKP’ê %10 kêm bûne

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şirketa Lêkolînê ya ORC, eşkere kir ku ji hilbijartinên 2018’an heta niha dengên AKP %10.6 daketine.

ORC, encamên hilbijartinên 2018’an û encamên lêkolîna hilbijartinên 2023’an dan ber hev. Li gor encamên xebatê de tifaqa Cumhur ji %15.5’ê dengên xwe kêm kirine û tifaqa Millet jî %10 dengên xwe bilind kirine.

Li gor vê similasyonê encamên derketine holê wiha ne:

AKP’ê %10.6 ê dengên wê kêm kirine û MHP’ê jî ji %4.9’ê dengên xwe kêm kiriye,. Her wiha CHP’ê ji %0.9 û ÎYÎ Partî jî %9.1 dengên xwe bilind kirine.

Li gorî vê encamê ji %15,5 dengên tifaqa Cumhur kêm bûne û ji %10 dengên tifaqa Millet jî zêde bûne.

Encama dengên partiyan yên li gor hilbijartinên Hezîrana 2018’an û anketa Çileyê 2023’yan wiha ne:

AKP’ê di hilbijartina Hezîrana 2018’an de ji %42.6 deng wergirtine û di Çileyê 2023’an de jî %32 dengan werdigire. Li gor vê AKP ji %10. 6 dengên xwe kêm kirine.

CHP’ê di hilbijartina Hezîran 2018’an de ji %22.6 deng wergirtine û Çileyê 2023’an de jî ji %23.5 dengan werdigire. Li gor vê CHP’ê ji %0.9’ê dengên wê zêde kirine.

ÎYÎ Partî di hilbijartinên Hezîran 2018’an de ji %10,0 deng bidestxistine û di Çileyê 2023’yan de jî ji %19.1 dengan werdigire. İYİ Partî jî li gor vê ji %9.1 dengên xwe bilind kiriye.

HDP’ê di hilbijartinên Hezîran 2018’an de ji %11.7 deng wergirtibûn û di Çileyê  2023’an de jî ji %7.3 dengan werdigire. HDP’ê jî li gor vê ji %4.4 dengên xwe kêm kirine.

MHP’ê di hilbijartinên Hezîrana 2018’an de ji %11.1 deng bidestxistine û di Çileyê 2023’an de ji %6.2 e werdigire. Li gor vê MHP’ê jî ji %4.9’ê dengên wê daketine.

Partiyên din ji di hilibijartinên Hezîrana 2018’ê ji %2 deng bidesxistine û di Çileyê 2023’an de jî ji %11.9 dengan werdigirin. Partiyên din li gor vê ji %9.9 dengên xwe zêde kirine. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Anket! Ji sala 2018’an heta 2023’an dengên AKP’ê %10 kêm bûne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *