Artêşa Amerîkayê gerên xwe yên hevbeş li ser sînorê Suriyê zêde dike

featured
WÊNE: AP
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Piştî gefên Tirkiyeyê yên operasyona bejayî, Artêşa Amerîkayê amadekariyan dike ku gerên hevbeş li gel Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD), bi ser sînorê Bakûrê Sûriyeyê zêde bike.

Washington Post ya Amerîkayê ragihandiye ku sê berpirsên paye bilind ên Amerîkayê ku nexwestine navên xwe eşkere bikin, gotine îhtîmal heye ku Tirkiye gefên xwe bixe pratîkê û hêzên xwe bişîne bakurê Sûriyê. Van kesên navborî gotine ku ev yek jî metirsiyê bo ser leşkerên Amerîkayê yên li wê heremê çêdike.

Berdevkê CENTCOM’ê: Em bi fikarin

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Kolonel Joe Buccino, derbarê îhtîmala operasyona Tirkiyeyê bo Sûriyeyê de gotiye: “Em ji her kiryarekê bi fikar in ku dibe wan destkeftan bixin metirsiyê ku di warê asayîş û aramiya Sûriyê de hatine bidestxistin.”

Her wiha Kolonel Joe Buccino di berdewamiyê de dibêje: “Em ji ewlehiya HSD’ê bi fikar in, ku hevbeşê me yê naskirî û cihê baweriyê ye li wî cihê me piraniya serbazên xwe jê vekişandine.”

Di encama operasyonan de sivîl jî bûne qurbanî

Hefteyek beriya niha, piştî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî bakurê Sûriyê ku hejmarek xelkê sivîl, bûn qurbanî, fermandarên leşkerî yên Amerîkayê gerên hevbeş ên ligel HSD’ê kêm kiribûn. Lê piştî arambûna rewşê, berpirsên Amerîkayê amaje bi wê yekê kirine ku leşkerên Amerîkî û hêzên HSD’ê çend gerên hevbeş pêk anîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî li Sûriyê hatine bicîh kirin û piraniya wan ligel hêzên HSD’ê re li heman cihîne ne.

Derbarê rola HSDê de Berdevkê CENTCOMê dibêje: “Ew hêz, hêzên girîng in û li ser hewldanên xwe berdewam in daku DAIŞ careke din çalak nebe.” (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Artêşa Amerîkayê gerên xwe yên hevbeş li ser sînorê Suriyê zêde dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *