Beravên Westanê malovaniya mêhvanên havînê yên dawî dike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Beravên Gola Wanê, li Tirkiyeyê girîngtirîn navendekî geştiyariyê ye û her sal bi hezaran geştiyar têne vê derê. Yek ji van beravan jî berava Westanê ye. Ji ber ku nêzî girava Axamarê ye û her wiha gelek cihên xwezayî yên xweşik di hundirê xwe de dihewîne, ev bala geştiyaran dikişîne. Tevî ku li Wanê her diçe havîn dawî dibe, beravên Westanê jî malovaniya mêhvanên havînê yên dawî dike.  

Navçeya Westanê li gor çavkaniyên dîrokî yên nivîskî, di serê sedsala 20’an de bûye navçe. Ev der li ser rêya dîrokî ya bi navê ‘Rêya Armûşê’ cih digire. Westan, ku di dîrokê de ji bo karvanan malovanî kiriye niha jî malovaniya bi hezaran geştiyarên biyanî û xwecihî dike. Li vê navçeya şêrîn kendavikên Înkoyê, girava Axtamarayê, Dêra Saînt Thomas û gelek cihên din ên dîrokî û xwezayî hene. Di van salên dawi de taybet geştiyarên Îranî têne vê derê û dem derbas dikin.

 ‘Her roj bi sedan Îranî dibin mêvan’

Hîkmet Denîz ê ku ev çend sale li Westanê karê geştiyariyê dike, got ku ev demek dirêje geştiyarên Ewropî zêde eleqe nîşanê vê derê nadin û da zanîn ku li şûn wan, her roj 500 geştiyarên Îranî bo biçin girava Axtamarayê têne vê derê. Denîz, ji sala 2000’î vir ve li Westanê Tesîsa Grand Turizmê dide şixulandin. Ew dibêje ku li gor salên dawiyê îsal hejmara komên geştiyaran yên têne vê derê zêde bûye.

Beravên Westanê malovaniya mêhvanên havînê yên dawî dike - Hikmet Deniz 1024x576 1
Hîkmet Denîz

‘Girava Axtamarayê ji bo geştiyariyê cihek gelek girîng e’

Derbarê girava Axtamarayê de, Denîz derbirî ku ev der ji bo gelê Ermenî cihek pir girîng e û wiha domand: “Dêra Axtamarayê ku li ser girava Axtamarayê ye, ji bo Ermeniyan cihekî gelek pîroz e. Her sal gelek Ermenî bo hecê têne vê derê û ayînan dikin. Bi saya vê Dêrê kesên li Wanê geştiyariyê dikin jî dikarin li ser piyan bimînin. Ev Dêr nebe, ev qas geştiyar jî nayên vê derê.”

Beravên Westanê malovaniya mêhvanên havînê yên dawî dike - Gevaş sahili yazin son misafirlerini ağirliyor2 1024x576 1

Di berdewamiyê de Denîz, da zanîn ku wekî berê zêde geştiyarên Ewropî nayên Westanê, lê belê dibêje ku îsal wan a ji gelek geştiyarên erdzemînên cuda re malovanî kiriye. “Tirkiye ji bo geştyariyê cihek gelek erzan e. Geştiyarên biyanî dikarin bi hezar dolarî 15-20 rojan di otelên pênc stêrk de bimînin û bi dilê xwe biwxwin û vexwin. Lê ji bo geştyarên xwecihî ê hatinçûyîn bûye tiştek luks. Hejmara geştiyarên xwecihî gelek kêm e.”

‘Mêvanên me li vir gelek kêfxweş dibin’

Operatorê gerê Necîp Demîradam ku ev demek dirêje li Wanî vî karî dike, got ku beravên Artemêt û Westanê pir xweşikin û mêvanên wan li vir gelek kêfxweş dibin. Ew dibêje ku geştiyarên Îranî van deran dişibînin Herama Şumalê ya Îranê û bo wê jî ev der pir diçe xweşiya wan.

Beravên Westanê malovaniya mêhvanên havînê yên dawî dike - Necip Demiradap 1024x576 1

Yek ji operatorê gerê din jî Hamît Rezaye û dibêje ku her roj ew hejmarek zêde mêvanan tinîn ve derê. Reza, destnîşan dike ku mêvanên wan ji çanda gelê Wanê, xweza û dîroka Wanê pir hez dikin. Reza wiha got, “Pirani bo Girava Axtamarayê têne vê derê. Ew çîrova Axtamarayê pir merek dikin. Heta bi taybet bo ku vê çîrokê guhdar bikin, gelek kes bi me re dikevin têkiliyê. Îranî ji 2-3 hezar kîlometreyan dûr ve tên vê derê. Bûhayên tiştan li vir gor bajarên din gelek guncav e.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Beravên Westanê malovaniya mêhvanên havînê yên dawî dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *