Bernameya Newroza Wanê hate eşkerekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Newroz îsal li Wanê di 19’ê Adarê de wê li qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê bi dirûşmeya “Her Der Newroz, Her Dem Azadî!!!” bê pîrozkirin.

Komîteya Amedekar a Newrozê ya Wanê li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê bernameya Newroza 2023’an bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Komîteyê ragihand ku îsal Newrozê di 19’yê Adarê roja Yekşemê dê li qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê bê pîrozkirin. Hevserokên HDP, DBP û Partiya Çepgir a Kes tevli civînê bûn. Metna daxuyaniya Kurdî Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newroza Wanê Sedat Duşunmez û metna daxuyaniya Tirkî jî endama Komîteyê Ceyda Dîndar xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

“Bi dilekî xemgîn lê bi hêvî û bawerî em Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Erdheja Mereşê li 11 bajaran bandoreke mezin li ser 15 milyon kesî kir.  Em bi êş û jan û bi şîn Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Pêdiviya piştgirî û piştevaniyê ji her demê zêdetir e. Bi erdheja Mereşê, careke din hat dîtin ku heqîqeta bi salan e em ji bo wê têkoşîn dikin piştrast bû.  Ew heqîqet jî ev e: desthilatiya navendî li hemberî feraseta rêveberiyên herêmî têk çû. Ev model bi erdhejê re careke din aşkera bû. Li hemberî pergala navendî, îro pêdivî zêdetir bi pergala herêmî heye. Bi erdhejê re me dît ku ev pergala giran, ev burokrasiya riziyayî, xisarên mirovî zêdetir kirin. Pergala AKP-MHP’ê ya ku rêveberiyên herêmî tasfiye kir, bû sedema van encaman. Feraseta otorîter û qeyyûm avêtin  bingeha vê têkçûnê ye. Li aliyê din jî piştgirî û piştevaniya piştî erdhejê derket holê bandoreke mezin li ser ruhê yekîtiya neteweyî ya Kurdan kir.    

‘Newroz ruhê coş û vejînê ye’

Derket holê ku tenê bi pergala xweseriya demokratîk em dikarin rizgar bibin û paradîgmaya komara demokratîk ava bikin.  Ruhê Newrozê ruhê coş û vejînê ye. Em her sal Newrozê bi vî ruhî pîroz dikin, lê em ê di Newroza îsal de bi lawjeyan hemû qurbaniyan bi bîr bînin. Kerb û kîna me zêde ye, êşa me giran e.  Lê em ê bi ruhê serhildana Kawa ya li hemberî Dehaqê zalim, hesabê ji pergala AKP-MHP’ê bipirsin. Em di vê Newrozê de careke din tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin.  Em bang dikin ku ji bo birêz Öcalan rola xwe ya dîrokî bi cih bîne divê demildest tecrîd bê rakirin û divê hemû girtiyên siyasî bigihîjin azadiya xwe. Dîsa Newroza 2023’yan mizgîniya xelasiya ji desthilatiya AKP-MHP’ê ye. Em ê bi ruhê Newrozê amadekariyên xwe yên hilbijartina 2023’yan bikin û bi ser bikevin. Bi pergala rant, talan û gendeliyê, gelên me mehkûmî avahî û xaniyên riziyayî kirin.  Di encama vê pergalê de gelên me zirareke mezin dîtin. Lê em vê pergalê qebûl nakin, gelên me qebûl nakin. 

‘Em ê îsal bi dilek xemgîn li qadê bin’

Berpirsyariya me ya dîrokî û siyasî ew e ku em ê vê pergalê biguherînin û pergaleke pîr û pak ava bikin. Bi taybetî em ê bi pêşengiya ciwanan û jinan û bi hêz û îradeya gelên xwe vê pergalê biguherînin. Em ê Newroza 2023’yan, bi vî ruhî pîroz bikin û her derê bikin qadên Newrozê. Ji ber vê yekê bernameya Newroza 2023’yan, li ser van esasan hate amadekirin. Em ê îsal bi dilekî xemgîn, bi şîna deh hezaran kesan, bi kerb û kîn, lê bi ruhê Newrozê li qadan bin. Felaketeke mezin hate serê gelên me, lê em dîsa jî bi hêvî ne. Em ê bi ruhê yekîtiya neteweyî û bi ruhê piştgiriyê ya ku piştî erdhejê derket holê, li qadan bin û hemû qurbaniyan bi bîr bînin.

‘Mizgîniya Biharê’

Newroz; mizgîniya biharê, ahenga mirov û xwezayê ye, Newroz vejîn e. Em ê li dor agirê Newrozê germ bibin û careke din bibêjin edalet, aştî û azadî. Newroza Wanê îsal jî li qada kelha Wanê ye. Roja yekşemê, 19’ê Adarê emê li qada Newroza Wanê bin. Em dibêjin, “Her Der Newroz, Her Dem Azadî” û hemû gelên xwe dawetî qadên Newrozê dikin.Em di serî de Newroza gelê Kurd û Newroza hemû gelan pîroz dikin.  Em hêvî dikin Newroza 2023’yan bibe Newroza aştî, wekhevî û welatekî azad.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bernameya Newroza Wanê hate eşkerekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *