Bo bergumanê doza Vartînîsê ‘Bultena sor’ hatiye derxistin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hate ragihandin ku di doza Vartînîsê de bo Fermandarê berê yê Alaya Cendirmeyan Bulent Karaoglu re ‘Bultena sor’ hat derxistin.

Danişîna Doza Komkujiya Vartînîsê li 1’emîn Dadgeha Cezayê ya Kirikkaleyê hat dîditin. Parêzeran di rûniştinê de bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) parastin kirin. Her wiha Aysel Ogut a ji komkujiyê filitîbû û xizmên malbatê jî  tevlî rûniştinê bûn.

Serokê Baroya Mûşê Kadîr Çelîk, di parastina xwe de destnîşan kir ku îhtimala ku doz têkeve ber demboriyê heye û xwest ku derbarê Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê wê demê Bulent Karaoglû de bultena sor bê derxistin.

Ji malbatê Nûrûllah Ogut jî got: “Bersûc mirovekî hov e. Dê dozger jî, dadger jî û welatiyan jî bikuje. Me dît bê çawa em kuştin. Bulent Karaoglû ne zilamekî rasteqîn ê dewletê ye. Di rûniştina şeşan de diyar kir ku ser serdarekî sixte ye. Divê rutbeyên wî bên betalkirin ku karibe were. Bulent efserek kuşt. Karaoglû tê, esfer Mûstafa tîne nava Altinovayê. Çûn û hatine wî sê deqe ye. PIştî dengê çekê, bi 2-3 deqeyan. Hem Mustafa dikuje hem jî li cem hevjîna wî şînê digire. Bulent Karaoglû, li Altinovayê dewlet ava kir. Divê em bidin dû vî zilamî. 7 caran hat vira. Me xwe ragirt û lêneda. Zilm li me kiriye lê hûn hê jî difikirin em bultena sor derxin an na. Em baş dizanin Bulent li tu derî li gor qanûnê hereket nekiriye. Dest deynin ser meaşê wî û rutbeya wî ku bê.”

Piştî parastinan heyeta dadgehê biryar da ku der barê Bulent Karaoglû de bultena sor bê derxistin û doz ji 20’ê Cotmehê re taloq kir.

Çi bûbû?

Hêjayî gotinê ye ku, Li bajaroka Vartînîs a Mûşê di 3’yê Cotmeha 1993’yan de ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin. Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind gotibû ku lêpirsîn û lêkolînek bibandor nehatiye kirin û divê dadgehkirin jinû ve bê dîtin.

Doz derbarê qetlîamê de hatibû vekirin û di 1ê Gulana 2016’an de li Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hemû bersûcan ji ber “kêmbûna delîlan” beraet kiribû.

Daîreya Cezayan a 1em a Dadgeha Bilind ji bilî ya derbarê Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê Navçeyê biryara beraetkirina bersûcên din qebûl kiriye. Biryara beraeta derbarê Karagolûyî de qebûl nekiriye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bo bergumanê doza Vartînîsê ‘Bultena sor’ hatiye derxistin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *