Bo hêvî bide jinên Efxanîstanê têkoşîna xwendinê dide

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Piştî ku rêxistina Talîbanê li Efxanîstanê dest danî ser rêveberiyê, bi sedan jinên ku mafê xwendinê ji destê wan hatiye wergirtin, koçî dewletên din dikin. Yek ji van jinan Summeye Rezaî, diyar dike ku ew di qada fubolê de xwe pêşve dibe û got, “Ez dixwazim hêza jinan bidim nîşandan. Gelo jinek dikare çi bike, ji çend jinan re dibe hêvî? Ez dixwazim vê bidim nîşandan.”

Li Exfanîstanê, piştî ku deshilat kete destê rêxistina Talîbanê mafê xwendinê ya jinan ji destê wan hate wergirtin. Ji ber ku bi ser navê ‘Îslamiyetê’ mafê xwendinê ji destê wan hatiye wergirtin, bi seden jin bi neçarî wekî paneber koçî dewletên din dikin. Jiyana penaberên jin jî li gor ya zilaman zehmettir derbas dibe.

‘Tekane armanca min ew e ku biçim zanîngehê’

Yek ji van jinan jî Summeyye Rezaî ye û 5 sal beriya niha ji Efxanîstanê derbasî Îranê bûye û ji wir jî hatiye Wanê. Rezaî ku di warê futbolê de xwe pêşve biriye, bona ku ne welatiyê destûr nadin bilîze. Lê tevî hemû astengiyan jî ew hewl dide ku xwe di vî warî de pêşvetir bibe.

Bo hêvî bide jinên Efxanîstanê têkoşîna xwendinê dide - afganistanli kadin futbolcu 3 1024x728 1

Rezaî niha di Tîma Jinan a Futbolê ya Van Gucu de mamostetiyê dike û aliyê din jî bo ku li zanîngehê bixwîne dest bi amedekariyên azmûnê kiriye. Derbarê rewşa xwe de Rezaî wiha axivî: “Beriya niha min xwest ez futbolê bilîzîm. Lê ji ber ku ez ne welatîme, destûr nehate dayîn û ez niha tênê dikarim mamostetiyê bikim. Ez niha bo Mamostetiya Bedenparêziyê xwe amade dikim. Tekane armanca min ew e ku ez biçim zanîngehê. Li vir hevalên min pirr in û ez bi wan re gelek dilşa me.

‘Ez dixwazim hêza jinan bidim nîşandan’

Di berdewamiyê de Rezaî bibîr xist ku li Efxanîstanê xwendina jinan hatiye qedexekirin û wiha domand: “Li wir şert û merc pirr zehmet bû. Min nekarî ez bixwînim. Li Efxanîstanê piştî pola 6’an xwendina jinan qedexe ye. Ger welatek bixwaze pêşve biçe, divê jin jî tevli jiyanê bibin. Lê rêvebiriya Talîbanê vê yekê nabîne. Ez li Îranê mezin bûm. Bo ku ez bikaribim li ser piyên xwe bimînim, ez hatime Wanê. Lewra li Efxanîstan û Îranê li ser jiyana pêkutî têne meşandin. Ger li Efxanîstanê şer tuneba, min dixwest ez tevî malbata xwe li wir bimabam. Ez dixwazim hêza jinan bidim nîşandan. Gelo jinek dikare çi bike, ji çend jinan re dibe hêvî? Ez dixwazim vê bidim nîşandan.”

Bo hêvî bide jinên Efxanîstanê têkoşîna xwendinê dide - afganistanli kadin futbolcu 2 1024x576 1
Summeye Rezaî

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bo hêvî bide jinên Efxanîstanê têkoşîna xwendinê dide

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *