Wan, Bazîd di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî de, dê di 2 û 3yê Hezîrana 2025an de, ji bo bidestxistina statuya zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî, bernameyeke taybet were lidarxistin.
SERHAT NEWS – Çalakî dê bi dirûşma “Statuya Kurdî, Perwerdehiya Bi Kurdî” pêk were. Bernameya rojên 2yê Hezîranê, dê ji navenda bajarê Wanê dest pê bike û ber bi navçeyên Bêgirî û Ebexê ve konvoy, meş, şahî û daxuyanî werin lidarxistin.
Di roja duyemîn de, ango 3yê Hezîranê, dê konvoy, meş, şahî û daxuyanî ji Wanê ber bi navenda Bazîdê ve were lidarxistin. Navenda vê bernameyê Bazîd e û ji wir jî dê bername ber bi Goristana Ehmedê Xanî ve bidome.
Tê payîn ku gel, hevserok, hevşaredar, parlementer, nûnerên DEM Partiyê, DBPê, gelek saziyên zimanê Kurdî û saziyên demokratîk ên ji bajarên cûda beşdarî vê çalakiya girseyî bibin.