Çawişê pispor ê li Geverê bûbû sedema mirina zarokekî serbest hate berdan

featured
Erdem Aşkan ê 5 salî
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Çawişê pispor ê bi navê A.K.P yê li Geverê bi wesayita xwe li zarokê 5 salî Erdem Aşkan xist û ew kuşt, bi şertê kontrola edlî serbest hatiye berdan.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Omer Farûk Aşkan, parêzerê malbata Aşkan bertek nîşan daye biryara dadgehê û gotiye; “Di zabitnameya diyarkirina bûyerê de zarok sûcdar kirine. Wicdan vî tiştî qebûl nake. Di vir de em dibînin ku ne zarokê ji ber dijayetiya rêziknameyên çûnûhatinê û sureta zêde miriye, lê çawişê pispor ê di dema bûyerê de pozê wî şikestiye, kirine mexdûrê esasî.”

Erdem Aşkan çawa mir?

Roja Pêncşemê wesayita ku çawişê pispor ê li Fermandariya Cendermeyan a Geverê wesîfedar ji navçeya Gever a Colemêrgê berbi Wanê ve diçû. Wesayitê li Erdem Aşkanê 5 salî xist. Aşkan bi qasî 50 metroyî pekiyaye. Çawişê pispor û kesên li derûdorê kom bûne, nîqaş kiriye û çawişî çeka xwe derxistiye û berê wê daye welatiyan. Paşê ji wir reviyaye.

Ekîbên lêkolîna cihên bûyerê û polîsên trafîkê piştî lêkolîn kirine, cenazeyê Aşkan birine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê Serdozgeriya Komarî ya Geverê lêpirsîn daye destpêkirin. Li gorî zanyariyan, çawişê pispor ê wesayit bikar dianî, li Midûriyeta Ewelkariyê ya Geverê hatiye desteserkirin.

Bavê Erdem Aşkan, Erdal Aşkan ji bianetê re behsa bûyerê kir û got ku, “Çawişê pispor bi siret hatiye û li bin guhê kurê min Erdem xistiye ku li ber rê bû. Hevjîna min û zaroka/ê min a/ê din a/ê 6 salî jî li wir bûn, ew filitîne.”

Çawişê pispor piştî li emniyetê îfade daye, şandine dozgeriyê. Dozgeriyê li gorî zabitnameya li cihê bûyerê hatiye amadekirin, tevgeriyaye û gotiye ku zarok sûcdar e. Her weha daxwaz kiriye ku A.K.P bi şertê kontrola edlî bila serbest bibe û ew şandiye Dadwerî.

Dadweriya Sulh Ceza ya Geverê jî li gorî daxwaza dozgerî tevgeriyaye û bi şertê ku heftê carekê îmzeyê biavêje ew serbest kiriye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Çawişê pispor ê li Geverê bûbû sedema mirina zarokekî serbest hate berdan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *