Cenazeyê zarokekê di çala qanalîzasyonê de hate dîtin

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Agirî ya cenazeya zarokeke 6 salî ku winda bibû di çaleke kanalîzyonê de hat dîtin.

Li gor agahiyan, duh hevjînên bi navê Reîs Ulgay û Guleser Ulgay di danê nîvro de tevî keça xwe ya 6 salî Mîray Asel çûn axura sewalên xwe ya li taxa Yuzuncu Yilê. Piştî demekê keça wan Mîray ji ber çavên wan winda bû.

Cenazeyê zarokekê di çala qanalîzasyonê de hate dîtin - Cenazeye zarokeke di cala qanalizasyone de hate ditin 2

Malbata navborî li ser vê yekê tîmên cendermeyan û tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) agahdar kirin.

Tîman bi makîneyên kar li çala kanalîzsyonê ya li pişt axurê dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Di encama xebatan de cenazeya Mîray Asel di çala kanalîzasyonê de hat dîtin û ji bo karûbarên otopsiyê bo morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Agiriyê hat birin.

Hat diyarkirin derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Cenazeyê zarokekê di çala qanalîzasyonê de hate dîtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *