CHPê xwestiye Aysel Tûglûk azad bibe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Mehmet Çelebî, Serokê Bajarê Edenê yê CHPê gotiye, “Tenduristiya Aysel Tûglûkê bêyî ku hê xiraptir bibe divê were tehliyekirin.”

Mehmet Çelebî, Serokê Bajarê Edenê yê CHPê xwestiye Aysel Tûglûk were tehliyekirin.

Çelebî xwestiye ku Alîkara Hevserokê Giştî ya HDPê ya berê Aysel Tûglûk a ku di girtîgehê de ye û ligel ku rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” heye û nehatiye berdan, were tehliyekirin.

Çelebî gotiye, “Girtiyên nexweş gelek caran ji halê wan re berdidin. Tê dîtin ku eger zexteke giran a raya giştî hebe, dema ku li cihên nayên dermankirin zext tê kirin, ya jî li nava avahiyên tenduristiyê û lênêrînê yên li hundir bêpar dimînin, dimirin. Gelek girtî bi rengekî ku carekî din tenduristiya wan nabe weke berê zerarê dibînin. Aysel Tûglûk a ku tevî raporên nikare di girtîgehê de bimîne jî di girtîgehê de dimîne bêyî ku hê xirabtir bibe divê bê berdan û ji bo dermankirina wê şert û mercên jiyanê yên guncav bên pêkanîn.”

Çi bûbû?

Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.

Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.

17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.

Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.

Derbarê Aysel Tûglûkê de?

Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.

Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû.

Jêder : BİANET

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
CHPê xwestiye Aysel Tûglûk azad bibe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *