Cîgirê Serokê Amedsporê Omer Elaldi hate desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cîgirê Serokê Tîma Amedsporê Omer Elaldi û gelek endamên malbata Elaldî di encama serdagirtina malan de hatine desteserkirin.

Li gor agahiyan, polîsan 14 kes desteser kirine û ew birine Midûriyeta Emniyetê.

Sedema desteserkirina van kesan nehatiye hînbûn.

Serokê Kuluba Amedsporê Selahattîn Yildirimî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û gotiye, “Beriya tîma me ya di rêya şampiyontiyê de dest bi maçên play offê bike bi du rojan, ev operasyona hatiye kirin, em wê qebûl nakin.”

Amedspor di Grûpa Spî ya Lîga 2yem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de ye. Di lîgê de 60 pûanên wê hene û di rêza çaran de ye. Li gorî vê rewşê, mafê Amedsporê çêbûye ku di pêşbirka play offê de cih bigire. Amedspor wê bi tîma 24 Erzîncansporê re bilîze.

Maça di navbera herdu tîman de wê 25’ê Gulanê roja Pêncşemê saet di 20.00ê de li Stada Diyarbakirê bê lîstin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Cîgirê Serokê Amedsporê Omer Elaldi hate desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *