Cîhan berê çewa bû, parzemînên em li ser jiyan dikin çewa pêk hatin?

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Temenê cîhanê nêzî 4 milyar û 600 milyon sale. Di destpêkê de cîhana me ne wekî ya îro bû. Avabûna cîhanê pêvajoyek pir bi zehmet bû. Çewa em niha li gor destpêkê li ser cihanekî cihe jiyan dikin, di pêşerojê de jî mirov wê li ser cîhanekî cihetir jiyan bikin. Belê di destpêkê de cîhan û parzemîn çewa bû û çewa pêk hat?

Li gor gelek zanyaran gerdûna me beriya 13-14 milyar salan di encama ‘Teqîna Mezin’ de pêk hatiye. Di encama vê teqînê de du tişt derketin holê. Yek made ya din jî enerjî.

Piştî teqînê stêrk û galaksî derketin holê

Wê demê tevahiya gerdûnê di nava nepoxeke (balon) qasî serê derziyê de hatibû hepiskirin. Ev jî wisa germ û giran bû ku nayê texmînkirin. Di nava demê de gerdûn sar bû û hêdî hêdî berfireh bû. Dema ku mercên guncav derketin holê stêrk û galaksî pêk hatin. Piştî vê pêvajoyê, êdî em dikarin hêdî hêdî ber bi avabûna mala xwe an ku cîhanê ve biçin.

Çîroka cîhanê destpê dike

Belê, teqîna mezin çêbû; stêrk û galaksî pêk hatin. Ewrên bi toz û gazên cur be cur barkirî li nava gerdûnê belavbûn. Di nava vê pêvajoyê de, em dibinîn ku bingehên cîhanê jî tên avêtin. Pirtikên madeyên di nava van ewrên toz û gazê barkiri, bi texmîni di nava 4 mîlyar 600 milyon salan de hatin cem hev û bi saya kişandina erdê li hev civiyan. Piştî hevcivîna van pirtikan, komên mezin li hev ketin û tevî vê çîroka cîhanê jî dest pê kir.

Cîhan berê çewa bû, parzemînên em li ser jiyan dikin çewa pêk hatin? - Cihan bere cewa bu parzeminen em li ser jiyan dikin cewa pek hatin4

Cîhan: Cihek wekî cehnemê!

Rewşa cîhanê ya wê çaxê tu eleqeya xwe bi cîhana me ya îro tunebû. Cihek wekî cehnemê bû. Li her derên wê de agir dibarî. Lê pêvajo qet nesekinî. Komên mezin yên ji pirtîkan pêk dihatin, li hev qelibîn û her diçû berfirehtir dibû. Di nava demeke pir dirêj de, li gor zanyaran ser rûyê erdê şopên parzemînan jî rû didin. Lê hê jî cîhan wekî gogekî ji agir li nava gerdûnê dizivire. Hê jî rêyek gelek dûr û dirêj li ber cîhanê heye ku jiyan li ser wê rû bide.

Cîhan berê çewa bû, parzemînên em li ser jiyan dikin çewa pêk hatin? - Dinya bere cewa bu parzeminen em li ser jiyan dikin cewa pek hatin 1 1024x768 1

Hêdî hêdî atmosfer pek tê

Dema ku cihana me di nava pêvajoyê berbi sarbûnê ve diçe, bingehên pêkhatina atmosfera wê jî tên avêtin. Cîhana me ku wekî gogek ji agir û gazê pêkdihat, bi saya destpêkirina çêbûna atmosferê sar bû. Hilma avê bi vê sayê di nava cîhanê de asê ma û ewr çêbûn…Lê ji pêkhatina parzemînên erdê re hêj bi milyar sal pêwîstin.

Tevgera lewhayên tektonîk dest bi çêkirina parzemînan dike

Di vê beşê de em ê qala tevgerên lewhayên tektonîk û tesîra wê ya li hember çêbûna rûyê erdê bikin. Bi salan, saya tevgera lewheyên tektonîk, parzemînên super û perçeyên erdê yên mezin pêk hatin û piştî demekê jî disa bi heman sedemê ji holê rabûn. Pêvajoya lewhayên tektonîk, bi ahenga parzemîneke super a li gel umaneke super despê dike. Di encama tevgera lewhayê, parzemînên super perçe dibin û perçeyên di nava umanê de belav bûne, cardin tên cem hev û parzemîneke super a nû pêk tê. Ev pêvajo wiha dom dike û xwe didomîne. A niha di roja me de em di nava çerxeke wiha da ne.

Cîhan berê çewa bû, parzemînên em li ser jiyan dikin çewa pêk hatin? - Cihan bere cewa bu parzeminen em li ser jiyan dikin cewa pek hatin 2

Başe, cîhan çewa hate rewşa îro?

Li gor teoriyekê ku ji aliyê gelek derdorên zanîstî ve tê qebûlkirin; piştî avabûna cîhanê di nava 250 milyon salan de parzemîn li hev civiyane û bi navê ‘Pangaea’ parzemînek sûper pêk anîne. Pişt re jî 150 milyon sal beriya niha ev parzemîna super derizî û di bin avê de ma, li ser tevahiya ‘Pişta Atlantîka Navîn’ qalikê erdê çêbû. Ligel vê guhertinê Pangaea, ji hev çû bi navê ‘Gondwana’ û ‘Laurasia’ du parzemînên bi heybet pêk hatin.

Rêzeçiyayên Hîmalayê derketin holê

Wê çaxê parzemînên Afrîka, Amerîkaya Başûr, Avusturalya, Antartîka û Hîndîstan li ser Gondwanayê cih digirtin. Parzemîna jêr a Hîndîstanê ji vê derê qut bû. Wê, qerexa başûrê Afrîkayê birî, li pey xwe kişand aliyê bakûr û bi parzemîna Asya re qelibî. Bi vî şiklî, wê çaxê rêzeçiyayên Hîmalayayê ku 2 hezar 500 kîlometre xwedî dirêjiyê ye derket holê. Rewşa cîhanê ya wê demê biçek nêzî rewşa cîhanê ya îroyîn bû. Ev pêvajoya ku rûzemînê cîhanê hêj ji diguherine, berdewam e. Parzemîn salê çend kîlometreyan ji hevdû dûr dibin. Li gor taxmînên hin zanyaran, parzemînên ku niha ji hevdû dûr dikevin, bi sedema giroveriya cîhanê, di pêşerojek demdirêj de wê dîsa li hev bicivin û parzemînek super a nû pêk bînin. (WebTekno)

Serhatnews

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Cîhan berê çewa bû, parzemînên em li ser jiyan dikin çewa pêk hatin?

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *