Çinê li derdora Tayvanê dest bi tetbîqatê kiriye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hate ragihandin ku tetbîqata Çînê li sînorê deryayî û esmanî yê derdora Tayvanê destpê kiriye û wê 6 rojan dewam bike.

Piştî serdana Seroka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî ya girava Tayvanê, Çapemeniya fermî ya Çînê ragihandiye ku artêşa Çînê li sînorê deryayî û esmanî yê derdora Tayvanê dest bi tetbîqatekî leşkerî bo 6 rojan kiriye.

Wezareta Berevaniyê ya Tayvanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û dibêje “Ew hewldanên Çînê yên ji bo guhertina rewşa niha û têkbirina ewlehiya herêmê dişopînin. Dema ku mijar ewlekarî û serweriya me be em dê paşve gav navêjin.”

Di vê derbarê de, Wezareta Berevaniyê ya Çînê got: “Artêşa Rizgariya Gel dê li dijî serdana Pelosî ya bo girava Tayvanê rêze operasyonên leşkerî yên armanckirî pêk bîne û dê bi bibiryarî serweriya neteweyî û yekparçeyiya axa xwe biparêze.”

Hêjayî gotinêye ku Çîn, Taywanê wek beşek ji axa xwe û bajarekî veqetandî dibîne û li ser sîstema yek welat du sîstem hewl dide, ji bo meseleya Tayvanê çareseriyekê bibîne. Lê belê Tayvan ji sala 1949’an vir ve li ser serxwebûna xwe israr dike.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Çinê li derdora Tayvanê dest bi tetbîqatê kiriye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *