Dayikên Şemiyê cardin hatin desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dayîkên Şemiyê ku her rojên Şemiyê li Stenbolê bo xizmên xwe yên hatine windakirin çalakî lidar dixin, vê hefteyê cardin hatin desteserkirin. Çalakiya dayîkan vê hefteyê bi hinceta maça Lîga Şampiyonan a UEFA’yê hate astengkirin.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza diyarkirina aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin, xwestin di hefteya 950’emîn de li Qada Galatasarayê ya Beyogluya Stenbolê çalakiya xwe li dar bixin. Ev 9 hefte ye polîs tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku ji bo Dayikên Şemiyê daye jî çalakiyê asteng dikin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk û Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Pîroglû jî piştevanî dan çalakiyê.

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan bi gulên di destên xwe de ji Cadeya Îstîklalê ya Beyogluyê ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Polîsan li qadê dayik û parêzvanên mafên mirovan dorpêç kirin.

Polîsan vê hefteyê jî maça Lîga Şampiyonan a UEFA’yê kirin hincet, destûr nedan çalakiyê.  

Ji xizmên windayan Masîde Ocak di nava dorpêçê de bertek nîşanî polîsan da û got: “Vê hefteyê jî bi hinceta maçê çalakiya me asteng kirin. Em ê qasek din werin desteserkirin. Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin.”  

Piştî demekê koma dayîk û parêzvanên mafê mirovan ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û nêzî 20 kes hatin desteser kir. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dayikên Şemiyê cardin hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *