Dema komkirina tiriyan: Em nikarin debara xwe pêk bînin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gundê Asraf a bi ser navçeya Erdişa Wanê, ev bi salene rezvanî tê kirin. Gundiyên ku di nava şert û mercên zehmet de hewil didin debara xwe pêkbînin dibêjin: “Zehmeta me pire. Em nikarin debara xwe pêk bînin.”

Li Gundê Asrafê (Bayramli) yê bi ser navçeya Erdîşa Wanê, ku heta serê sedsala 20’an jî Ermenî lê diman, karê rezvaniyê hêj berdewam dike. Welatiyê bi navê Elî Aslan ê 67 salî ev nêzîkê 21 salane li vir rezvanîya tirî dike.  Aslan dibêje, pişeya rezvaniye ji Erman bo wan maye û da zanîn ku ev cureya tirî tenê li Erdiş û Fransê ye tê çandin. Ew, havînê dest bi gihandina tirî dikin û di dûmahîya havînê jî vî tirî kom dikin. Aslan bal kişand ser zor û zehmeta gihandina tirî û wiha got: “Her sal me bi kamyonan tirî li Stenbolê difirot. Bes isal tenê em dikarin bifiorişin esnafên Erdîş’ê. Karême ber zehmetîyê na keve. Em nikarin lêçoyînên xwe êdî pêk bînin.”

<strong>Dema komkirina tiriyan: Em nikarin debara xwe pêk bînin</strong> - Dema komkirina tiriyan Em nikarin debara xwe pek binin
Elî Aslan

‘Ev tirî tenê li Erdîş û Fransayê heye’

Di berdewamiya axaftina xwe de Aslan, qala zor û zehmetiyên karê xwe kir û wiha got: “Ev reze, min bi destê xwe çandîye. Ev 21 sale,min ev rez çandiye. Parçeyên cûdatir jî min ndine ew ji 17 sale. Ev erd berê cihê Ermenîyan bû. Pêşîyê ev gunde jî yê Ermenîya bû û wana ev rez çandibû. Lê a niha em li ser di sekinin û em li ser kar dikin. Havînê em dirîyan di birin û piştra bê merê di kolin, dû re jî av didin. Ji ber tunebûna avê em gelek zehmetiyan dikişînin. Loma min sontaj çêkiriye. Îsal min 10 mîlyar û 300 TL, pare dan mazotê, da ku bikarin tirî av bidin. A niha dema firotina tiriye lê nayê firotin. Pare jî nake û her qiha zehmeta wê pire. Em nikarin lêçoyînên xwe derxin. Îsal tirî di destême de maye. Em kîloya tirî didin esnafên Erdîşê 7 TL yan. Ew jî 15 TL yan difiroşin. Ev tiriye tenê li vê derê û Fransayê heye.”

<strong>Dema komkirina tiriyan: Em nikarin debara xwe pêk bînin</strong> - Dema komkirina tiriyan Em nikarin debara xwe pek binin 3

‘Tirî erzan ten hildanê’

Bûka Elî, Gozal Aslan jî ku tevî xwezûrê xwe di nava rez de dixebite, an ziman, “Em jî tên diçin û li vê derê kar dikin. Havîne belgên tiriya em kom dikin. Dawîya havîne jî em tirya komdikin. Gelek zehmete bes tirîyêdin me gelek xweşin. Erzan tên hildanê em pîyan, tên diçin. Dema tê firoşin em diforoşin neyê firohtin em dims û bastik jê çêdikin.”

<strong>Dema komkirina tiriyan: Em nikarin debara xwe pêk bînin</strong> - Dema komkirina tiriyan Em nikarin debara xwe pek binin 2
Gozel Aslan

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dema komkirina tiriyan: Em nikarin debara xwe pêk bînin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *