Demîrtaş bang li muxalefetê kir: Bi HDP’ê re hevkarî bikin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di hevpeyvîneke xwe ya taybet de bang li muxalefetê kir ku bi HDP’ê re hevkarî bike daku di hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê de serkeftin were bidestxistin.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtş ku ji sala 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrneyê de tê ragirtin, pirsên ajansa Reutersê bersivandin.

Hevserê berê yê HDP’ê Demîrtaş di destpêkê de balkişandiye ser doza girtina HDP’ê û wiha gotiye “Doza girtina HDP’ê beşek ji planên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan e ku, beriya hilbijartinên îsal di nava muxalefetê de kaosê çêke. Erdogan û hevbendê wî (Serokê MHP’ê) Devlet Bahçelî, li pişt givaştina qanûnî ya girtina HDP’ê ne. Armanca van her duyan ew e ku di nava muxalefetê, opozîsyonê de kaosê çêkin û berî hilbijartinê HDP’ê qels bikin ku hilbijartinan qezenc bikin. Dema doza girtina HDP’ê jî biryareke sîyasî ya bi zanebûnê ye.”

‘Dibe ku Erdogan hileyan bike’

Demîrtaş di dawiyê de her wiha îdia kir ku Erdogan dikare pêkutiyan ser dengdêran zêde bike û dihilbijartinan de jî hîle û sextekariyan bike. Ew di vê mijarê de wiha dibêje “Lê, ew jî nikarin wî ji têkçûnê biparêzin jiber ku gelek kes bawerîya xwe ya bi Erdogan winda kiriye û ne pêkan e ku ew vê yekê jinûve bi dest bixe.” (Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Demîrtaş bang li muxalefetê kir: Bi HDP’ê re hevkarî bikin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *