Demîrtaş: ‘Erdogan çima nayê darizandin’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ku niha di Girtîgeha Edîrneyê de tê girtin, di ‘Doza Kobanê’ de parastin kir.

Demîrtaş di parastina xwe de got, “Eger tiştên ku me kirine sûç bin çima Erdogan nayê darizandin û ne li ser kursiya darizandinê ye. Ew kesê bi  Ocalan re li Îmraliyê li hev kiriye ne ez im.”

Rûniştina ‘Doza Kobanê’ ku 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên Kurd têne darizandin li 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.

Parêzerên siyasetmedarên Kurd, hejmarek parlamenterên HDP’ê û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê tevli rûniştinê bûn.

Hevserokê HDP’ê Selahattin Demirtaş ji Girtîgeha Edîrneyê bi rêya SEGBÎS’ê tevli rûniştina dozê bû û parastinek pêşkeş kir.

‘Mijar ji çarçoveyê tê dûrxistin’

Demîrtaş, di parastina xwe de wiha got: “Di doznameyan û mutalayan de mijar ji çarçoveya xwe tê dûrxistin. Xwezî dadgeh li pey rastiyan bûya. Di hemû biryarên navberê de demê ku derbas bûye tune tê hesibandin. Hewil tê dayîn ku hemû bûyer di atmosfera îro de bên bicihkirin.”

‘Li gor meqamê îdiayê pêvajoya çareseriyê nîne’

Selahhatin Demirtaş di berdewamiyê de balkişand ser ‘Pêvajoya Çareseriyê’ wiha pêde çû: “Di mutalayê de hewil tê dayîn weke ku bi ti awayî pêvajoya çareseriyê pêknehatibe. Ji ber ku di wê atmosferê de wateya ew gotina ku hatiye gotin cudatir e. Li gor meqamê îdiayê pêvajoya çareseriyê nîne. Hewil tê dayîn weke ku di wê serdemê de ti polîtîkayeke AKPê nebûye. Dozger vê yekê nabîne ku serokwezîrê wê demê Erdogan digot  ‘Dê Musteşarê Saziya Îstixbarata Tirkiye (MÎT) serdana Îmralî bike’, Berdevkê wê demê yê hikûmetê Arinç dibêje ‘Di serdema me de rakirina ala PKKê ji tawanê derketiye’ Ma wê demê ti dozgerek derdiket û digot ku ev yek sûç in”

‘Erdogan dibêje me li gel APO li hev kiriye’

Her wiha Hevserokê berê yê HDPê di axaftina xwe de çend gotinên Serokkomar Recep Tayîp Erdogan ên di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de bibîrxistin û wiha pêde çû: “Di belgeyan de Erdogan dibêje, min ligel APO li hev kiriye, lê dozger vê nabîne. Nabêje ku we li ser kîjan mijarê li hev kiriye. Em nizanin ku wan li se çi mijarê li hev kiriye. Di demekê de ku Serokwezîr (Erdogan) li Îmaralî bi Ocalan re li hev kiriye ez û hevalên xwe ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ tên darizandin. Dozgerî hewil dide wê pêvajoyê bide jibîrkirin.”

‘Eger me sûcek pêkanîbe, şirîkê me AKP ye’

Di beşeke din a axaftina xwe de Demîrtaş dibêje: “Eger me sûcek pêkanîbe, şirîkê me AKP ye. Erdogan çima ne li ser kursiya darizandinê ye? Eger em bên darizandin divê AKPyî jî bên darizandin. Eger tiştên ku me kirine sûç be bin çima Erdogan nayê darizandin û ne li ser kursiya darizandinê ye. Ew kesê bi  Ocalan re li Îmraliyê li hev kiriye ne ez im. Dozger hewil dide prose neyê dîtin.”

Çi bûbû?

Di navbera salên 2013 heta 2015an de hikûmeta Tirkiyê proseyeke çareseriyê ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê birêvebir û bi PKKê û rêberê wê yê girtî Abdullah Ocalan re danûstandin kir. Di encama danûstandinan de, jihevtêgihîştina Dolmabahçeyê hat îmzekirin, lê paşê serokwezîrê wê demê yê Tirkiyê Erdogan ew jihevtêgihîştin red kir û got, haya wî ji tiştekî wisa nebûye.

Herwiha paşê şer û pevçûnên navbera PKKê û hêzên Tirkiyê careke din destpê kirin û bi temamî proseya çareseriyê bi dawî hat.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Demîrtaş: ‘Erdogan çima nayê darizandin’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *