Demîrtaş: Ez dev ji polîtikayê berdidim

featured
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş got ku ew di girtîgehê de dê têkoşîna xwe berdewam bike, lê di vê qonaxê de dev ji polîtikaya çalak berdide.

Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku niha di Girtîgeha Edîrneyê de tê ragirtin, bi ser hesaba xwe ya Twîtterê peyamek weşand û da zanîn ku ew di vê qonaxê de dev ji polîtîkaya çalak berdide.

Demîrtaş di payama xwe de wiha gotiye: “Merheba. Ez diwazim du beşên ji ropotaja xwe ya Arti Gerçekê de ku dê sibê bê weşandin, bi we re parve bikin;

Ez li ser navê xwe, ji ber ku me nekariye polîtîkayeke layîqê gelê xwe deynin holê, ji dil lêborînê dixwazim. Ez soz didim ku bi hewldanên xwe yên di pratîkê de ez ê van kêmasiyan dabîn bikim.

Her wiha ji bo rexneyên erênî yên li min hatine kirin jî ez spasiyên xwe pêşkeş dikim. Ez dê hewl bidim ku ji van rexneya sûd werbigirim. Ez dê têkoşînê wekî her rêhavalekî xwe di girtîgehê de bi awayekî berxwedêr berdewam bikim. Lê di vê qonaxê de ez dev ji polîtîkaya çalak berdidim.

Ez ji we hemûyan re bi rûhê rêhevaltiyê silav û heskirinên xwe dişînim û we hembêz dikim. Hêvî ya min ew e ku di rojên azad de em hevdû cardin bibînin”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hevserokê berê yê HDP’ê Demîrtaş, di gotarake xwe ya ku îro hatiye weşandin de, gelek rexneyên tund li partiya xwe kiribû gotibû, “Tu kes nikare, bi berzkirina dirûşmeyên tûj serbikeve.”

Serha News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Demîrtaş: Ez dev ji polîtikayê berdidim

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *