Di 14 salan de ji ber wesayitên zirxkirî herî kêm 37 kes mirine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di nava 14 salên dawî de bi dehan zarok jî tê de herî kêm 37 kes ji ber wesayitên zirxkirî li wan qelibîne, mirine.

Di 24ê Kanûna Paşiyê de li ser pira kevin a Cizîrê (Kolana Yafesê) wesayita markeya Rangerê li ciwanê bi navê Abdulgaffar Dayanê 23î xist. Li gorî zanyariyan, Dayan 40 deqeyan li cihê bûyerê hatiye hiştin û pişt re jî ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Dayan piştî emeliyeta 4 saetan, rakirine beşa nexweşiyên giran a nexweşxaneyê. Du roj piştre jî Dayan miriye. 

Bi mirina Dayanî re mijara kuştina welatiyan a bi wesayîtên zirxkirî, dîsa hate rojevê.

Li gorî nûçeya Dilgeş Rûvanasî ya li Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin, di nava 14 salan de, ji ber wesayitên zirxkirî bi dehan zarok jî di nav de 37 kes mirine. 

Ji ber kuştinên heta niha ti polîs an jî leşkerek nehatiye cezakirin û ji ber necezakirina hêzên ewlekariyê, pêşî li van bûyeran nayê girtin. 

Herî kêm 37 kes mirine 

Li gorî daneyên ji çapemeniyê hatine berhevkirin, ji sala 2008ê heta niha ji ber wesayîtên zirxkirî herî kêm 93 bûyer qewimîne. Di van bûyeran de bi dehan welatî birîndar bûne. Her weha zarok jî tê de herî kêm 37 kes mirine. 

Çend bûyerên ku ji ber wesayîtên zirxî li herêmê qewimîn wiha ne: 

31ê Tebaxa 2008ê: Li ser Kolana Diyarbakirê ya Êlihê di dema çalakiya konvoya wesayîtan de, wesayîteke zirxkirî li Adnan Enûk (11) xistiye û ew birîndar kiriye. Lêpirsînname ji bo bûyerê hatiye amadekirin lê dozgeriyê biryara peyneketinê daye.  

29ê Nîsana 2009ê: Dema ku Maziye Aslan (7) li ser rêyê dimeşiya, wesayîta ku polîsên hêzên taybet bi kar di anî lê wê xistiye û Aslan li wir miriye. Piştî bûyerê, ji endamên tîmên taybet tenê polîsek hatiye girtin. 

4ê Hezîrana 2010ê: Wesayîta zirxkirî ya polîsan li zaroka bi navê Dîren Basan (10) daye û Basan li wir miriye. Lêpirsînname ji bo polîsî amade bûye lê dozgeriyê biryara peyneketinê daye. 

* 16ê Gulana 2010ê: Li derdora gundê Akalinê yê navçeya Gevera Colemêrgê, wesayîta zirxkirî a Berpirsê Ewlekariya Navçeyê li zarokê bi navê Tûrgût Gezer (12) xistiye û Gezer bi giranî birîndar kiriye. 

* 13ê Hezîrana 2012ê: Zarokê bi navê Yûsûf Yilan (9) dema li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê sol û pêlav boyax dikirin, wesayîteke zirxkirî lê xistiye û Yûsûf miriye. Derheqê polîsê ku Yûsûf kuştibû de doz nehatiye vekirin. 

* 23yê Tebaxa 2012ê: Wesayîta leşkerî ya cureya kîrpî li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê li zarokê bi navê Muhsîn Îşleyan (8) xistiye û Îşleyan bi giranî birîndar kiriye. 

* Nîsana 2013an: Wesayîta polîsan li Cizîrê, navçeya Şirnexê li zarokê bi navê Sînan Saltikalp (17) xistiye û Saltikalp bi giranî birîndar kiriye. Saltikalp 4 mehan di beşa nexweşiyên giran de maye û di 29ê Tebaxê de jî li nexweşxaneyê miriye.

* 14ê Gulana 2013ê: Wesayîta zirxkirî ya polîsan li navçeya Rezanê ya Amedê li zarokê bi navê A.O. (4) xistiye û di encamê de zarok bi giranî birîndar kiriye. 

* 8ê Nîsana 2014ê: Di dema çalakiyên li Taxa Xaçortê ya Wanê de wesayîta leşkerî bi cureya akrebê li zarokê bi navê A.O. (12) daye û zarok bi giranî birîndar kiriye. 

* 17ê Tîrmeha 2014ê: Wesayîta polîsan a plakaya wê ya wesayita sivîlan bû, li pêşiya Şaxa Berpirsiyarê Trafîkê ya Herêmê ya li Taxa Maksut Efendî ya Erziromê li dewarên zarokên bi navên Furkan (14) û Îbrahîm Çavuş (16) xistiye. Di qezayê de gelek dewar mirine û polîsan ji ber bertekên zarokan, gule li wan reşandine û zarok birîndar kirine. 

* 2yê Îlona 2014ê: Li taxa Fîskayayê ya Amedê wesayîta zirxkirî a leşkerî li zarokê bi navê Enes Karagozî xistiye. Karagoz di bin wesayîtê de maye û bi giranî birîndar bûye.  

* 23yê Gulana 2015ê: Li navçeya Geverê ya Colemêrgê wesayîta zirxkirî li zarokê bi navê Kamûran Ormanî (15) xistiye û Orman bi giranî birîndar kiriye.  

* 15ê Nîsana 2016ê: Li ser rêya di navbera Dîlok û Rihayê de wesayîteke Fermandariya Cendirmeyan a Herêmê li mînîbûsekî xistiye û di encamê de zarokê bi navê Cûma Ozkaplan (17) miriye. 

* 4ê Gulana 2016ê: Wesayîta zirxkirî ya Berpirsê Ewlekariyê yê Colemêrgê bû, li xwendekaran xistiye û du xwendekar birîndar kiriye. 

* 12ê Hezîrana 2016ê: Wesayîta zirxkirî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li zarokê bi navê Bunyamîn Bayramî (16) xistiye û Bayram kuştiye.  

* 28ê Hezîrana 2016ê: Otobûsa ku polîsên tîmên taybet siwarên wê bû, li ser Rêya Armûşê ya Wanê li zaroka bi navê Çinar Bartinî (8) xistiye û Bartin birîndar kiriye.  

* 24ê Tîrmeha 2016ê: Zarokê bi navê Taha Kiliç li pêşiya Midûriyeta Ewlekariyê ya Rêya Armûşê di bin panzera polîsan de maye û Kiliç li wir miriye. Şahidên bûyerê diyar kirine ku wesayît piştî li zarokî xistiye nesekiniye. Lêpirsîna bûyerê nehatiye kirin.  

* 30ê Tebaxa 2016ê: Dema zarokê bi navê Mûstafa Duman (17) li pêşiya mala xwe rûdinişt, ji wesayîta zirxkirî gule hatine reşandin û Duman li wir miriye.  

*6ê Îlona 2016ê: Li Qada Seyîd Rizayî ya Dêrsimê wesayîteke zirxkirî li welatiya bi navê Naciye Ozdemîrê xistyie û Ozdemîr miriye.  

* 8ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê: Wesayîteke zirxkirî li Geverê, navçeya Colemêrgê gule li welatiyan reşandine û welatiyên bi navên Şemsettîn Çakmakçi, Rahmî Safhali, Necdet Îşozu, Serhat Buldan û Aydin Tumen ku li pêşiya kargeha mobîlyayê sekinîbûn, kuştine. Her wiha Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûye.  

* 24ê Cotmeha 2016ê: Li Cizîrê navçeya Şirnexê wesayîta zirxkirî li zarokê bi navê Hakan Sarakî (5) xistiye û Sarak miriye.  

* 1ê Tebaxa 2017ê: Wesayîteke zirxkirî li Okmeydaniya Stenbolê li zarokê bi navê Raşîd Osoyî (7) yê Kobanêyî xistiye û Oso li wir miriye.  

* 9ê Sibata 2017ê: Li Kerboranê navçeya Mêrdînê wesayîta zirxkirî li zaroka bi navê Berfîn Dîlek (7) xistiye û Dîlek miriye.  

* 4ê Adara 2017ê: Wesayîteke zirxkirî dema li ser rêya di navbera Sêrt û Êlihê de paşpaşîko dihat li welatiyê bi navê Kerem Arslanî xistiye û Arslan miriye.  

* 21ê Adara 2017ê: Li derdora gundê Kovahê, yê li ser rêya di navbera Hezex û Cizîrê de, wesayîteke zirxkirî li otomobîlekê xistiye û di encamê de welatiyên bi navên Okan Înce, Bahadir Beyazlioglu û kesekê navê wî nehatiye zanîn mirine.  

* 10ê Nîsana 2017ê: Li ser kolana 2yê Nîsanê ya Wanê wesayîta zirxkirî li 2 kesan xistiye û Abdulvahap Taş bi giranî birîndar kiriye.  

* 27ê Nîsana 2017ê: Wesayîta zirxkirî ya polîsan li du welatiyan daye û Samî Ûçan li nexweşxaneyê miriye.  

* 27ê Nîsana 2017ê: Li ser Kolana Gevranê ya Amedê wesayîta leşkerî zirxkirî li welatiya bi navê Hatin Elhuman xistiye û Elhuman miriye.  

* 4ê Gulana 2017ê: Li Taxa Karşiyakayê ya Silopiyaya Şirnexê wesayîta zirxkirî li xaniyekî daye, dîwarên xaniyî hilweşandiye û ketiye nava xaniyî. Her du biyarên bi navê Muhammed (7) û Furkan Yildirimê (6) li malê di xew de bûn, mirine.  

* 9ê Hezîrana 2017ê: Wesayîta zirxkirî ya polîsên tîmên taybet, li Nisêbînê navçeya Mêrdînê li motosîklêta Mehmet Şerîf B.yî (17) xististiye û Şerîf B. bi giranî birîndar kiriye. Yek ji lingên zarokê birîndar hatiye birîn. Lê ti encam ji lêpirsîna derheqê bûyerê de derneketiye.  

* 14ê Hezîrana 2017ê: Li navçeya Licêyê ya Amedê Pakîze Hazar dema li qada ji trafîkê re girtiye dimeşiya, wesayîta zirxkirî lê xistiye û Hazar li wir miriye. Doz li polîsî hatiye vekirin. Polîs bi 3 sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin. Lê paşê cezayê wî daxistine 2 sal û 6 mehan. 

* 19ê Hezîrana 2017ê: Li ser rêya di navbera Amed û Çewlikê de wesayîta zirxkirî ya ku polîsên tîmên taybet, li mînîbûsa rêwiyan xistiye. Di encamê de ajokar Remzî Menteşe û zarokekî emrê wî di navbera 8 û 10an de yê ku navê wî nehat zanîn mirine.  

* 20ê Hezîrana 2017ê: Wesayîteke zirxkirî li wesayîta gundekî xistiye ku yên tê de ji taziyeya Pakîze Hazarê vedigeriyan. Di encamê de welatiyê bi navê Mahmût Oner (74), Mevlût Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fîkrî Demîrbaş (53) û Zeyel Demîrbaş mirine. Lêpirsînname hatiye amadekirin lê dozgeriyê biryara peyneketinê daye. 

* 20ê Hezîrana 2017ê: Li navçeya Bêşebapê ya Şirnexê, wesayîteke zirxkirîli welatiyan xistiye û 3 welatî birîndar kirine.  

* 19ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê: Wesayîteke zirxkirî li Taxa Çalê ya Sêrtê li zaroka bi navê Felek Batûr (6) xistiye û bi giranî birîndar kiriye. Batûr paşê miriye.  

*5ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê: Li ser rêya Fermandariya Cendirmeyan a li ser rêya di navbera Êlih û Amedê de wesayîta zirxkirî li otomobîleke xistiye. Di encamê de 2 jê leşker bi giştî 3 kes birîndar bûne.  

* 5ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê: Leşkerekî ku navê wî nehat zanîn, dema li taxa Korikê ya Êlihê hewl dida ajotina wesayîtê nîşanî hevalê xwe bide, li zarokê bi navê Bûrak Îlhan (5) daye ku di wê navberê de li kolanê dilîst. Îlhan bi giranî birîndar bûye û paşê miriye.  

* 19ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê: Li Taxa Sarayê ya Kerborana Mêrdînê wesayîta zirxkirî ya polîsan li welatiya bi navê Fatma Nûrê Dûrsûnê (65) daye û Dûrsûn birîndar bûye.  

*22yê Çiriya Paşiyê ya 2017ê: Wesayîteke zirxkirî ya polîsan li nêzî Taxa Sûrê ya Cizîra Şirnexê li zarokên ji xwe re dilîstin xistiye û zaroka bi navê Rûken Cansiri birîndar bûye. 

*19ê Manûna Pêşiyê ya 2017ê: Li ser Kolana Gevranê ya Taxa Ofîsê ya Yenîşehîra Amedê wesayîteke zirxkirî ya polîsan li otomobîlekê xistiye û ajokarê wê birîndar kiriye.  

* 23yê Kanûna Paşiyê ya 2018ê: Wesayîta zirxkirî ya li Cizîrê, navçeya Şirnexê li wesayîta rawestiyayî xistiye. Di encamê de Mehmet Saît Alpkan û du kurên wî bi giranî birîndar kiriye. 

* 25ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê: Li derdora Birca Belekê ya a di navbera taxên Dîcle û Kale ya Cizîrê de, wesayîta polîsan li zarokê bi navê S.A. (10) xistiye.  

* 16ê Adara 2018ê: Wesayîta zirxkirî ya cendirmeyan, li Xaçerêya Kolana Sermend û Kolana Cumhuriyetê ya Colemêrgê li welatiyê bi navê Îsmaîl Firat (72) xistiye. Di qezayê de Firat birîndar bûye. 

* 7ê Nîsana 2018ê: Dema welatiya bi navê Nesrîn Kiliç û zarokê bi navê Suavî hewl didan li ser Kolana Nexweşxaneyê ya Taxa Yenîşehîrê ya Silopiyayê derbasî aliyê din bibin, wesayîteke zirxkirî li wan daye. Di encamê de zarok Suavî birîndar bûye û piyê wî yê çepê hatiye birîn.  

* 22yê Nîsana 2018ê: Wesayîta zirxkirî a polîsan dema li Kerboranê paşpaşîko, li welatiya bi navê Suphiye Yakût ku li ber deriya mala xwe rûdiniştibû xistiye. Yakût bi giranî birîndar bûye. Doz hatiye vekirin û dadgehkirin dewam dike. Lê derketiye holê ku ku kamerayên cihê bûyerê dibînin, demeke kin beriya bûyerê hatine girtin.  

* 24ê Gulana 2018ê: Zarokê bi navê Veysel Toplû (10) li Mûşê dema li pêşiya mala xwe dilîst, di encama gulebarana wesayîta zirxkirî de birîndar bûye.  

* 28ê Gulana 2018ê: Lê xaçerêya navendî ya rêya Dêrsimê, wesayîta zirxkirî ya leşkeran li welatiyê bi navê Hasan Huseyîn Çîmenî (60) xistiye. Di encamê de hestiyên Çîmen şikestine û piştî destwerdana ewilî, veguhestine Xarpêtê.  

* 6ê Hezîrana 2018ê: Wesayîteke zirxkirî ya polîsan (TOMA) li ser Kolana Emekê li pêşiya Dibistana Polîsan a Amedê, dema welatiyê bi navê Mehmet Tektekîn (75) dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe, lê daye. Tektekîn di qezayê de bi giranî birîndar bûye û di 8ê Hezîranê de li nexweşxaneyê miriye.  

* 13ê Hezîrana 2018ê: Li Taxa Ataturkê ya Dêrsimê, wesayîteke zirxkirî ya polîsan li welatiyê bi navê Alî Sezerî (92) xistiye û di encamê de Sezer miriye.  

* 28ê Hezîrana 2018ê: Li Geverê, navçeya Colemêrgê dema welatiyê bi navê Halît Artikî dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe, wesayîteke zirxkirî ya polîsan lê xistiye . Artik bi giranî birîndar bûye.  

* 29ê Hezîrana 2018ê: Li gundê Elemûnê yê Qilebana Şirnexê zarok jî di nav de bi giştî 12 kes bi hinceta qaçaxçitiya ser sînor, hatine binçavkirin. Dema wesayîta zirxkirî her 12 kes dibirin qereqolê, qulipiye. Di encamê de 2 jê leşker bi giştî 13 kes birîndar bûne û zarokê bi navê Alî Olmez (15) miriye.  

* 3yê Îlona 2018ê: Li Taxa Konakê ya Cizîra Şirnexê wesayîteke zirxkirî ya polîsan li wesayîteke li cihê xwe sekinî xistiye. 

* 15ê Îlona 2018ê: Li navçeya Tûşbayê ya Wanê wesayîteke zirxkirî ya polîsan li wesayîteke sivîlan xistiye û wesayît qedereke dirêj xijandiye. Di qezayê de ziyan negihiştiye ti kesî. 

* 12ê Adara 2019ê: Zaroka bi navê Rûken Elma (9) dema li Silopiyayê di danê sibehê de diçû dibistanê, panzereke polîsan lê xistiye û zarok Rûken ji piyê xwe birîndar bûye.  

* 16ê Gulana 2019ê: Li Cizîrê, navçeya Şirnexê wesayîteke zirxkirî ya polîsan li welatiya bi navê Fevziye Şengûlê (46) xistiye û Şengul birîndar kir.  

* 3yê Îlona 2019ê: Wesayîteke zirxkirî ya polîsan li derdora qada Dortyolê ya Cizîrê li wesayîteke sivîlan xistiye. Di qezayê de ziyan negihiştiye ti kesî.  

* 11ê Îlona 2019ê: Li ser Kolana Emekê ya Taxa 5 Nîsanê ya Rezana Amedê, wesayîteke zirxkirî ya polîsan li zarokê bi navê Efe Tektekînî (5) xistiye. Di encamê de Tektekîn miriye.  

* 23yê Îlona 2019ê: Li gundê Goktepeyê yê Mazgîrta Dêrsimê wesayîteke zirxkirî li ciwanê bi navê Oktay Erî (22) xistiye û di encamê de Er miriye.  

* 9ê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê: Wesayîta zirxkirî ya polîsan li Taxa Karşiyakayê ya Silopiya Şirnexê li Hamza Ogdemê 7 salî xistiye. Di encamê de zarok Hamza birîndar bûye û wesayîta polîsan jî ji cihê bûyerê reviyaye.  

* 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2019ê: Zarokên bi navên M.F. (16) û E.C.A. (16) dema li navçeya Bazîdê ya Agiriyê wesayît diajotin, wesayîteke polîsan bi îdiaya ‘guh nedane wan û nesekinînê’ daye dû wesiyate wan. Demek piştre polîsan bi wesayîta zirxî li wesayîta zarokan daye.  

* 27ê Gulana 2020ê: Wesayîteke zirxkirî ya polîsan li nava rêyê ne li gorî rêzikan dageriyaye û bûye sedema qezayê. 

* 23’yê Kanûna Paşiyê 2021ê: Wesayîteke zirxkirî ya leşkeran li Taxa Dereyê ya navçeya Gêlê ya Amedê li welatiyê bi navê Sabrî Gunayî xistiye û ew bi giranî birîndar kiriye. 

* 28ê Sibata 2021ê: Di vîdeoyekê de hatiye dîtin ku wesayîtên zirxkirî yên polîsan li taxa Baglarê ya Êlihê ketine pey zarokan û hewl daye zarokan bieciqînin.  

* 1ê Nîsana 2021ê: Wesayîteke zirxkirî ya polîsan li Geverê ya Colemêrgê li zarokê bi navê Nîhat Şerzan Akdoganî (12) xistiye. Zarok Şerzan di qezayê de birîndar bûye.  

* 8ê Tebaxa 2021ê: Wesayîta ku Fermandarê Artêşa 3yem yê Erziromê jî tê de bû, dema ji Xelatê, navçeya Bedlîsê ji bernameya ‘Pîrozbahiyên Serkeftinê’ vedigeriya, li Taxa Sanayiyê ya Melezgirê li zarokê bi navê Eyûp Kirtayî xistiye. Di encamê de Eyûp miriye.  

* 3yê Îlona 2021ê:  Li Taxa Tûrgût Ozalî ya Hezexê, navçeya Şirnexê, wesayîteke zirxkirî li zarokê bi navê Mîraç Mîroglûyî (7) xistiye û zarok li wir kuştiye. 

* 24ê Kanûna Paşiyê ya 2022ê: Wesayîteke bi cureya Rangerê, li Kolana Yafesê ya Cizîrê, navçeya Şirnexê li welatiyê bi navê Abdûlgaffar Dayanî xistiye û ew bi giranî birîndar kiriye. Dayan di 26ê Kanûna Paşiyê de miriye.

Jêder: BİANET

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di 14 salan de ji ber wesayitên zirxkirî herî kêm 37 kes mirine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *