Di 25’ê Mijdarê de KHK’yiyek: Li vî welatî mexdûrên hiqumetê hene

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Yek ji mexdûrên KHK’ê Psîkolog Nurşen Karakoç ku di sala 2016’an de bi Biryarnameya Bi Hiqmê Qanûnê (KHK) ji kar hatiye dûrxistin “Dibêje êdî çepgir an jî rastgir nemaye. Tenê mexdûr hene, mexdûrên vê hiqumetê hene… Ev mexdûriyet me li hev dicivîne.”

Wekî her sal, îsal ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan ya Navnetewî, li tevahiya cihanê hate bi çalakiyên curbecur hate pêşwazîkirin. Jinên ku tevli van çalakiyan bûne li hemberî her cure pêkutî û tundiyê peyama piştevaniyê dan. Di vê rojê de rewşa jinên ku bi KHK’yan ji kar hatine derxistin jî cardin tê rojevê. Yek ji van jinan Psîkolog Nurşen Karakoç e. Ew bi hinceta FETO’yê bi KHK’ê ji karê xwe li Midûriyeta Bajêr ya Polîtîkayên Malbat û Civakê ya Colemêrgê hatiye dûrxistin.

Di halê ducaniyê de hatiye desteserkirin

Karakoç piştî ku ji kar hate dûrxistin, vegeriyaye Wanê cem malbata xwe. Çaxê ew ji kar hatibû dûr xistin, ducanî û bi wî halê xwe hatibû desteserkirin. Karakoç dibêje ku tevî êşên zayînê wê îfade daye û bi şertê kontrola edlî ew wê çaxê serbest hatibû berdan. Piştî ku ew serbest tê berdan, roja din zaroka wê çêdibe û dibe dayîk. Hevserê wê yê Mamosteyê Olê jî bi heman hincetê ji kar hatiye dûrxistin. Karakoç, ev pêvajo rawe kir û da zanîn ku ew bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistina terorê ya çekdar’ hatiye darizandin. Li hemberî vê yekê, ew dibêje ku tu çek li cem wê an jî di mala wê de nehatine bidestxistin û bertek nîşanê vê yekê da.

Pêvajoya hiqûqî berdewam e

Karakoç derbirî ku, piştî ji kar hatiye dûrxistin, gelek caran serî li darazê daye, lê hemû serdanên wê bê encam mane. Herî dawî ew ê li Dadgeha Îdarê ya Enqereyê doz vekiriye û hêj jî pêvajoya hiqûqî berdewam dike.

Hesaba Bank Asyayê bûye sedem

Karakoç, di berdewamiyê de wiha gotiye, “Ji ber ku mi li Bangeya Asyayê hesab vekiriye, tevli hin çalakiyên wê yên civakî bûme û her wiha endamtiya komeleyekê, têm darizandin. Lê ez ji ber ku xwe biparêzim, ji wê komeleyê re bûbûm endam.”

Karakoç heyamekê biboneya ku zarokê/a wê biçûk bû nekarî tu karî bike. Piştî ku zarok biçekê mezin û ew ê demekê li Navenda Psîkoteknîkê kar kiriye. Lê niha cardin maye bê kar. Hevserê wê jî karê temîrkirina telefonan dike.  

Êdî KHK’î dengê xwe derdixin

Di vê pêvajoyê de her çiqas hin derdoran bertekên neyînî nîşanê wê dabe jî, lê malbata wê her tim alîkarî û piştevaniya Karakoçê kiriye. Karakoç destnîşan dike ku ew ê tu carê xwe wekî suçdarekî nediye û wiha axivî: “Êdî KHK’yî jî dengê xwe derdixin. Ev reşw her wê dawî bibe. Êdî ne çepgir, ne jî rasgir hene. Mexdûrên hiqumetê hene… Niha xaleke me ya hevpar heye, ew jî mexdûriyeta me ye. Ev mexdûriyet me li hev dicivîne. Birînên me tu carê baş nabin. Em tu carê ji ber van mexdûriyetan, hiqûmetê tu carê efû nakin.”

‘Wan vê carê Kurd baş fêm kirine’

Karakoç herî dawî got ku ji ber vê pêvajoyê wan rewşa Kurdan jî baş fêm kiriye û wiha axivî: “Heta niha me ne dizanî ka serdagirtina malan tiştek çewaye. Me ne dizanî desteserkirin an jî girtin çewa ye. Di vê pêvajoyê de me baş fêm kir. Sekna Kurdan ya rast me ji nû ve fêm kir. Ev bo Kurdan mexdûriyeta ewil nîne, lê bo rastgiran yekemîn mexdûriyete. Wan vê carê Kurd baş fêm kirin.

25’ê Mijdarê Çiye?

25’ê Mijdara 1960’î li Komara Domînîkê sê jinên xuşkên hev Patria, Minerva û Maria Teresa ku li dijî dîktatoriya Trujîllo têdikoşiyan hatin tecawizkirin û qetilkirin. Patria Teresa di Hezîrana sala 1960’î de li dijî dîktatoriya Trujîllo tevgera mezintirîn Clandestîna ava kir. Her du xûşkên wê jî beşdarî nav vê tevgerê bûn. Bandora vê tevgerê ew qasî mezin bû ku di heman salê de dîktatorî mecbûr ma ku bêje ev xûşkên Mîrabel ji bo wan talûkeya herî mezin pêk tînin. Piştî vê daxuyaniyê bi demeke kurt roja 25’ê mijdara 1960’î her sê xuşk hatin tecawizkirin û qetilkirin. Lê têkoşîna ku wan da destpêkirin, piştî mirina wan jî berdewam kir. Û ev tevger bû wekî serhildanekê û li her derê belav bû û dawiya dîktatoriyê anî.

Di komcivîna jinan a Amerîkaya Latîn de ku di sala 1981’ê de li Kolombiyayê kom bû, ji bo bîranîna hersê xûşkan ku têkoşîna azadiyê dane, 25’ê Mijdarê ‘Li Cîhanê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê’ hate îlankirin. Têkoşîna Mirabelan îro ji aliyê jinên berxwedêr ve tê piştgirîkirin û meşandin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di sala 1999’an de biryar girt ku ev bibe, ‘Ji bo Rakirina Tundiya li Hemberî Jinê Roja Têkoşîna Navneteweyî’.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di 25’ê Mijdarê de KHK’yiyek: Li vî welatî mexdûrên hiqumetê hene

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *