Di encama êrîşekî de li Efxanîstanê 7 kes mirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hate ragihandin ku li bajarê Belhayê ku dikeve li bakurê Efxanîstanê li hemberî otobusa karmendan bi bombeyan êrîşek hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de 7 kes mirine û 6 kes jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan ku di çapemeniya neteweyî de cih girtine, li bajarokê Mazar-î Şerîf, vê sibê êrişeke bombeyi li dijî otobusa karmendên ku li Deriyê Sînor ê Hayratanê dixebitîn pêk hatiye.

Deriyê Sînor yê Hayratanê di navbera Efxanîstan û Ozbekistanê de ye.

Berdevkê Rêveberiya Ewlekariyê ya Belhayê Muhammed Asif Vezîrî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku êrîşa li ser xaçerêya Seyîdabadê de 7 karmend hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Hatiye diyarkirin ku bombe di çerxên firoşkarên seyar de bicîh kirine, bi hatina otobusê re bombe teqiyaye. Tîmên alîkariyê sewqî cihê bûyerê hatine kirin,

Her weha heta niha ti kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di encama êrîşekî de li Efxanîstanê 7 kes mirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *