Di encama şerê cerdevanan de kesek mir

featured
WÊNE MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Dihê (Eruh) di encama şerê di navbera cerdevanan de cerdevanê bi navê Mehmet Yilmaz hate kuştin.

Li gor nûçeya MA Kurdî, li gundê Reşîne ya bi ser navçeya Dihê ya Sêrtê di navbera cerdevanên bi navê Mehmet Emîn S. û Mehmet Yilmaz (25) de ji ber sedemeke ne diyar, nîqaş derket.

Piştî ku nîqaş veguherî şer Emîn S., Yilmaz daye ber kêrê û ew bi giranî birîndar kiriye.

Cerdevanê birîndar piştî agahdarkirinê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê re hate veguhestin. Lê, li vir tevî hemû mudaxaleyan ew nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Yilmaz ji bo kar û barên otopsiye birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê.

Piştî bûyerê, cerdevan Mehmet Emîn S., jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate desteserkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di encama şerê cerdevanan de kesek mir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *