Di encama şerê malbatan de li Mêrdînê kesek mir û 11 kes jî birîndar bûn

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Qosêrê ya Mêrdînê, di navbera 3 malbatan de şer derket. Di encama şerê biçek û keviran de kesekî jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan li ber avahiya dadgehê ya li navçeya Qosera Mêrdînê, ji ber pirsgirêka erdê zozanan di navbera malbatan de şer derket.

Di encama şerê bi çek û keviran de 12 kes birîndar bûn. Piştî ku tîmên tenduristî û ewlekariyê gihiştin cihê bûyerê, birîndar ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Mêrdînê re hatin veguhestin.

Lê tevî hemû hewldanan muxtarê gundê Merşo yê Qoserê Yusuf Yukselê 50 salî ku di nava birîndaran de bû, di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku rewşa birîndarên din başe û polîsan 7 kes jî ji ber bûyerê desteser kirine. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di encama şerê malbatan de li Mêrdînê kesek mir û 11 kes jî birîndar bûn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *