Di hefteya nû de 8 fîlm dê bên nîşandan

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Salonên sînemayê vê hefteyê dê 3 jê xwemalî, ji 8 fîlman re malovaniyê bike.

Fîlma yekem ya vê hefteyê dê bê nîşandan, ‘Babîl’ e. Margot Robbie, Brad Pitt, Diego Calva, Tobey Maguire, Jean Smart, Olivia Wilde, Samara Weaving û Katherine Waterston di fîlmê dilîzin. Derhineriya fîlmê jî ji aliyê Damien Chazelle ve hatine kirin.

Di fîlmê de rewşa Los Angelesê ya salên 1920’î û ya Hollywooda tê vegotin

Fîlma ‘49’

Di fîlmê de Îsmail Hacioglu, Hande Dogandemir, Sînan Tuzcu, Dogukan Polat, Hasan Kuçukçetîn û Kerem Alişik wekî lîstikvan cih digirin. Di 11’ê Hezîrana 2014’an de piştî ku DAIŞ’ê Mûsil dagir kir, 49 personel di Balyozxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê de dîl hatin girtin. Ji bo xelaskirina van personelan endamên MÎT’ê ketin nava liv û tevgerê. Fîlm qala vê çîrokê dike.

Senaryoya fîlmê ji aliyê Bariş Erdogan û Îlker Arslan ve hatiye kirin. Hakan Înan jî derhêneriya wê kir. Cureya fîlmê aksiyon e.

‘Korsaj’

Vicky Krieps, Colin Morgan û Finnegan Oldfield di fîlmê da dileyîzin, Marie Kreutzerê jî derhêneriya wê kir.

Fîlma qala çîroka jiyana Împaratorîçeya Awusturyayê Elisabethê dike ku xwe di binê zextê da hîs dike.

‘Damacanaya Pîroz 4 (Kutsal Damacana 4)

Di fîlma ku bi cureya komedî hatiye kişandin de Şafak Sezer, Ersîn Korkut, Mujde Uzman, Nîlgun Belgun û Erhan Yazicioglu dilîzin. Fîkretê ku bi şaşî dibe papaz, heta Vatîkanê diçe û paşê vedigere welêt.

Kamîl Çetîn derhêneriya fîlmê kiriye û Ercan Saatçî û Îlker Yeter jî muzîkên wê çêkirine.

‘Di Motelê da Komkujî’

Murat Kuşçu derhêneriya fîlmê dike û tê da Feyza Aydin Kiliç, Aleyna Kiliç û Bulent Mert dileyîzin. Malbatek di fîlmê da seba keça xwe ya ku zanîngeh qezenc kiriye, tê Çorumê û qala tiştên ku di motelê da tên serê wan dike.

Fîlmên anîmasyon yên vê hefteyê

“Qabiliyeta Super 3: Pêşbaziya Mezin” çêkirina Amerîka-Çînê ye û Anthony Bell derhêneriya wê kiriye. “Pişîka Muhteşem Maurice” çêkirina Almanya-Qraltiya Yekbûyî ye. “Periya Min a Şêrîn a Diranan” jî ya Caroline Origer e. (AA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di hefteya nû de 8 fîlm dê bên nîşandan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *