Di hilbijartinan de mifteya desthilatê di destê HDP’ê de ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şirketa Lêkolînê Metropol, encamên xebata anketan ya Tîrmehê eşkera kir. Li gor encamên xebatê tifaqên ‘Cumhur’ û ‘Mîllet’ hima hima wekî hev derketine. HDP’ê jî li gor encaman dengên xwe ji sedî 11’ê derbas kirine. Wisa diyare ku encamên hilbijartinê wê helwesata hilbijêrên HDP’ê dîyar bike.

Li gor nûçeya Bianet Kurdî, Şîrketa Lêkolînê ya Metropolê encamên xebata xwe ya Tirmehê eşkera kiriye.

Herdû tifaq nêzî hevin

Di çarçoveya encamên hatine diyarkirin de, “Ger vê yekşemê hilbijartin pêk werin’ wê AKP ji sedî 33,8; CHP ji sedî 24,9; IYI Parti ji sedî 14,5; HDP ji sedî 11,4; MHP ji sedî 6,0’ê dengan werbigirin.

Encamê wê HDP diyar bike

Li gorî van encamam, tifaqa “Cumhur” ku ji AKP û MHP’ê pêk tê, ji sedî 39,8 dengan bidest bixe. Her wiha tifaqa “Millet” ku ji CHP, IYI Parti, Demokrat Partî û Saadet Partisiyê pêk tê, ji sedî 39,4 dengan bidest dixe. Li aliyê din, HDP ji sedî 11,4’ê dengan bidest bixe.

Bi van encaman re, ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an û vir ve dabeşkirina hêzê ya bingehîn nayê guhertin; Careke din tê dîtin ku îhtîmala guherîna radîkal a desthilatdariyê li ser vîna hilbijêrên HDPê dewam dike.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di hilbijartinan de mifteya desthilatê di destê HDP’ê de ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *