Di roja 9’an de li Îranê çalakiyên nerazîbûnê berdewam dikin

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê, çalakiyên li dijî kuştina Jîna Mehsa Amînî ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû qetilkirin, di roja 9’an de berdewam dikin. Li gelek bajaran duh şev jî, gel dakete kolanan û dirûşmeyên dijberî rejîma Îranê berz kirin.

Li gor nûçeya K24’ê li bajarên Îranê, yên wek Sîne, Tehran, Kerec, Boşehir, Şîraz, Lahîcan û Tewrîzê çalakî bê navber didomin. Xwepêşendaran, di çalakiyan de li dijî rejîmê dirûşme berz kirin û li hin cihan jî jinan hîcaba xwe şewitandin.

Li aliyê din, çalakiyên piştgiriya bo gelê Îranê jî li cihanê belav dibe. California ya Amerîka bi hezaran Kurd û Îraniyan wêneyên Jîna Emîn bilind kirin û bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Em Komara Îslamî naxwazin” û “Em hemû Jîna (Mehsa)” ne, Piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên di nava Îranê de nîşan dan.

Bi heman mebestê li Bratîslava paytexta Silovakyayê jî di bin barîna baranê de çalakiyek hate lidarxistin û wêneyên Jîna Amînî hatin bilindkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, çend roj beriya niha jî Kurd û Îraniyên li bajarên Washington, New York û Chicagoyê çalakî hatibûn lidarxistin û gel nerazîbûnên xwe yên li hemberî rejîma Îranê dabûn nîşandan.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di roja 9’an de li Îranê çalakiyên nerazîbûnê berdewam dikin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *