Di sektora zilaman de bazirganek jin: Nevroz Urun

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tekane bazirgana daran ya Wanê Nevroz Urun, di sektora înşaatê de dest bi xebatê kir. Urun destnîşan dike ku di sektora ew lê dixebite de piranî zilam kar dikin û wiha got, “Di vê sektorê de piranî zilam kar dikin. Ez rastî zehmetiyan têm. Lê ên ku performansa min dibinîn, bivê nevê bi min re dibin muxatab”

Nevroz Urun zêdetirê di sektora daran de dixebite. Di vê sektorê de ji bilî wê hejmara jinan pir kêm e. Ew ê bi navê eşîra xwe ya Goyan, “Goyan Company” vekiriye û tekane hinardeya (ihracatçi) jin a Wanê ye.

Li gelek bajaran karê xwe berfireh kiriye

Urun ev nêzî 2 salan e, ji Sûriye, Irap, Îran, Lubnan, Kuveyt, Îsraîl, Fransa û Almanyayê re hinardayînê dike. Wê du zanîngeh qedandine û beriya niha bi KHK’ê ji kar hatiye derxistin. Piştre çûye Herema Federal a Kurdistana Iraqê û bi alîkariya hevaleke/a xwe, bê sermaye dest bi kar kiriye.

Di sektora zilaman de bazirganek jin: Nevroz Urun - nevroz urun 6 750x1000 1

Bê sermaye dest bi kar dike

Urun çîroka destpêkirina xwe ya kar wiha rawe dike: “Li ser rîcaya hevaleke/a xwe, min hinek melzeme şand Herema Kurdistanê. Dema ku ev melzeme hate ecibandin, çend TIR din xwestin. Min bi TIR’ekî dest pêkir piştre jî 30-40 TIR melzeme hatin xwestin. Di vî karî de ez tekane jin bûm. Carnan diçûm Wanê,carnan diçûm Artvinê, Gumuşhaneyê, Erziromê, Îdirê. Ew pêvajo bir bi zor û zehmet bû. Piştre min şîrketa xwe vekir.” Derbarê navê şîrketa xwe de jî Urun wahi axivî: “Goyan navê herema me ye. Di heman demê de navê eşîra me ye. Min xwest navê şîrketê hinek ressen be.”

Urun herwiha da zanîn ku piştî karê wê zêde bû wê hejmara fabrîqeyên xwe derxistiye 12’an û derbirî ku wê li bajarên wekî Erzirom, Artvîn, Hopa, Gumuşhane, Manîsa, Trabzon, Samsun, Idîr, Wan û Mûşê karê xwe berfireh kiriye.

‘Di vê qadê de tekane jin ez im’

Urun ku niha li bajarê Suleymaniye yê Herema Kurdistanê jiyan dike, piştî demekê dest diavêje sektora înşaatê karê xwe di vê sektorê de berdewam dike. Di berdewamiyê de Urun wiha derbirî: “Ez niha di şantiyeya xwe de wekî tekane mutahîta jin kar dikim. Ez niha li Silemaniyê karê xwe berdewam dikim û li vir jiyan dikim. Di navberê de jî têm û diçim Wanê. Di qada xwe de tekane jin ez im. Piranî zilam di vê sektorê de kar dikin. Li vir (Herema Kurdistanê) ji bilî min jinên ku vî karî dikin tune ne. Li Silêmaniyê 3 û li Hewlêrê jî 2 şantiyeyên min hene.”

Di sektora zilaman de bazirganek jin: Nevroz Urun - nevroz urun 7 750x1000 1

‘Bivê nevê bi min re dibin muxatab’

Urun, destnîşan kir ku di destpêkê de rastî gelek zor û zehmetiyan hatiye û wiha domand: “Di destpêkê de tu kesî guh nedida min. Ne dihiştin ez tevli civînan jî bibim. Lê piştî ku demek derbas bû û wan performansa min dît, bivê nevê, bi min re bûn muxatab. Niha min ji xwe re malperek ava kiriye. Carnan dema ji wir siparîş ji min dixwazin, ‘Dibêjin bira ka ev çendê ye’ Wisa dizanin ku ez zilam im. Dema ku dizanin ez jin im, matyamî dimînin.”

‘Em dikarin bikin’

Herî dawî Urun wiha axivî: “Wekî jin divê em di nava hemû sektoran de cih bigirin. Em jin dikarin hem bibin, dayîk, hem bibin zarok, hem jî bibin, siyasetvan, civaknas, endezyar û mîmar. Ev tiştên zehmet nîne. Em dikarin bikin”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di sektora zilaman de bazirganek jin: Nevroz Urun

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *