Di teqîna Efxanîstanê de herî kêm 19 kes mirine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Efxanîstanê, diyar kir ku di encama teqîna li eyaleta Samangan a Efxanîstanê de herî kêm 19 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.

Mîsyona Alîkariya Efxanîstanê (UNAMA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh bi ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê teqîna rojek berê ya li dibistaneke olî ya li Efxanîstanê de agahî parve kiriye. UNAMA’yê ragihandiye ku di bûyera li bajarê Samanganê de herî kêm 19 kes mirine.

Daneyên ku ekîbên UNAMA’yê piştî teqîna li Medreseya Cîhadiye ya navçeya Aybekê bi dest xistine, derketiye holê ku di teqînê de 23 kes birîndar bûne û ji van herî kêm 20 jê xwendekarên medreseyê bûne.

Birayi niha, Berdevkê Wezareta Navxweyî a hikûmeta demkî ya Talîbanê Abdul Nafî Takor daxuyanî dabû çapemeniyê û diyar kiribû ku 10 kes mirine.

Ji aliyê din ve heta niha ti kesî berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.

Kesê bi navê Muhammed ê ku di bûyerê de birîndar bûye jî wiha gotiye: “Saet derdora 13.00an bûye. Dema teqîn pêk hat me due dikir.”

Doktorekî nexwestiye navê wî were aşkere kirin ji ajansa nûçeyan a Agence-France Presse (AFP) re axivîye û gotiye, “nexweş hemû zarok û kesên ji rêzê ne” ku li Nexweşxaneya Bajarê Samaganê tên dermankirin. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di teqîna Efxanîstanê de herî kêm 19 kes mirine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *