Di Vansporê de krîzek nû: Futbolîst dernakevin rahênanê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Futbolîstên Vansporê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku wan biryar daye ku dernekevin rahênan ê (Antreman). Futbolîstan gotiye: “Jiber ku sozên rêveberiyê dane me bicih nehatine, di navbera me de bawerî nemaye. Lewra em niha hatine vê konaxê.”

Futbolîstên Vansporê ku bi daxuyaniyek nivîskî diyar kirine dernakevin rahênanê dibêjin ku tevî çûbûna erdhejê ew xemgînin di rewşeke wiha de vê daxuyaniyê didin. “Em neçar man ku îro vê daxuyaniyê bidin. Heta niha bo ku zirar negihije tîme me bêdengiya xwe parast.”

Piştî daxuyaniya futbolîstan, rêveberiya Vanpsorê jî daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, “Me ji sedî 97 hemû heqê futbolîstan daye. Heta ji heqê wan zêdetir jî me pere daye wan. Me pereyê 23 pêşbiran daye wan. Lê niha tenê pereyê 3 pêşbirkan maye cem me. Ev jî dike serê futbolistekî 24 hezar Tl.”

Di Vansporê de krîzek nû: Futbolîst dernakevin rahênanê - vanspor halibiyet manset

Piştî ku par Serokê Vansporê Mehmet Avci li ser daxwaza Waliyê Wanê Dr. Ozan Balci îstifa kir, li şûna wî di 2’ê Tebaxa 2022’an de Feyat Kiyak ê rêveberê AKP’ê yê berê, wekî Serokê Vansporê di kongereyê de hate diyarkirin.

Ev heyameke di Vansporê de nîqaş bidawî nabin

 Beriya niha jî di navbera Serokê berê Vansporê Servet Yeniturk û rêveberiya nû de nîqaş çêbûbun. Yenîturk, îdîkiribu ku Feyat Kiyat û rêveberiya wî Vanspor di nava deynde hiştine û ew ê di vê derbarê de serî darazê bide.

‘Sozên hatine dayîn bicih nehatine’

Futbolîstên Vansporê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku sozên hatine dayîn nehatine bicihanîn û pirên baweriyê yên di navbera wan û rêveberiyê de hatine hilweşandin û ji ber vê yekê jî neçar mane vê daxuyaniyê bidin. Lîstikvanan gotin, “Heta niha me bi hemû hêza xwe hewl da ku bi yekîtî, hevgirtin û girêdana xwe ya dostane ya xurt ku hêza me ya herî mezin e, bo ku Vansporê  bigihînin xalên herî baş û em ê bidomînin.”

Di berdewamiyê de hate gotin, “Hevalên me yên ku mafê xwe parastine ji kadroyê hatine derxistin. Em bi her avayî dê bi wan re bin. Heta ku sozên hatine dayîn û hevalên vedigerin cem me, mixabin dernakevin rahênane.

Rêveberiyê erdhej kir hincet

 Rêveberiya Vansporê jî di vê derbarê bi daxuyaniyekê bersiv da gotinên futbolîstan û wiha hate gotin, “Me heta niha 15,5 milyon deynê Vansporê û yê futbolîstan razandiye. Ji ber wê jî wijdana me rehete. Hima bêje her roj ji kuluba me re îcra tên. Me heta niha ji sedî 97 deynê futbolîstan razî kiriye. Tenê prîmên wan yê 3 pêşbirkan maye.”

Di dawiya daxuyaniyê wiha hate gotin: “Di vê dema ku erdhej li welatê me bûye sedema karesatekî mezin de, bi avayekî dildarî me xwe gihande herêma erdhejê. Di vê pêvajoyê de qet prîm nehatine hişê me. Lewra tevî xebatkarên kulubê em li herêma erdhejê li hewara mexdûran bûn. Di vê pêvajoyê de ji ber hin sedemên ku ne didestê me de bû prîmên sê pêşbirkan me nekariye em bidin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di Vansporê de krîzek nû: Futbolîst dernakevin rahênanê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *