DJ’yê ciwan Johntellî: Di nava bêderfetiyan de xwe gihandiye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Produktorê mûzîkê yê ciwan Ahmet Ozer ê ji Wanê bi navê xwe yê din Johntellî,  bi terzê mûzîka elektronîk ya dansê û tevkariya xwe ya navdarên mûzîkê re navê xwe daye bihistin. Eleqeya Johntellî bo mûzîkê di zarokatiyê de destpê kiriye û ew dibêje: “Di despêkê de armanca min ew bû ku ez derkevin ser dika Gezgînfest 2022’an û li her derê bibim yêkemîn.”

Ahmet Ozan li navçeya Westan ya Wanê ji dayîk bûye û hêj dema ku diçû dibistana navên, berê xwe dide Stenbolê û li wir jiyan dike. Johntellî di navbera salên 2012-2013’an de mûzîka elektronîk nas dike û bi seatan vê mûzîkê guhdar dike. Piştre di salên 2014-2015’an de ji kurapê xwe ku bo mûzîka rapê beatan çêdike tesîr dibe û ew jî dixwaze di vî warî de hin xebatan bike. Lê bona ku kompîturek wî jî tunebû, dev jê berdide û dest bi çalakiyên sporê dike.

DJ’yê ciwan Johntellî: Di nava bêderfetiyan de xwe gihandiye - johntelli 1 750x500 1

Pêşiyê dest bi sporê kiriye

Johntellî vê pêvojoyê wiha rawe dike, “Min biryar dabû ku ez vî karî bikim. Lê ne kompîturek min hebû ne jî wextê min. Min jî dev jê berda û dest avêt amedekariyên çalakiyên sporê. Di azmûnê de min antrenoriya tekvandoyê bidest xist. Lê hişê min her tim li ser mûzîkê bû. Li şûna ku 4 salan ez li ser tekvandoyê bixebitim, min biryar da ku ez di warê mûzîkê de xwe pêşve bibim.”

Vedigere Westanê û dest bi mûzîkê dike

Di sala 2016’an ew vedigere Westanê û kompîturekê dikere. Johntellî biboneya ku li derdora mala wan xeta binesaziya înternetê tunebû, her tim diçe înternet kafeyê û li wir xebatên xwe dimeşîne. Ew di sala 2018’an de di encama xebatan de yekemîn strana xwe ya bi navê ‘Chamber’ li ser platformên mûzîkê yên dîjîtal diweşîne.

Staran ewil tê weşandin

Piştî strana ‘Chamber’ navê xwe dide bihistin û ji xwe re hin amûrên din dike û berdewamî xebatên xwe dimeşîne. Di vê pêvajoyê de Johntellî, hin DJ’yên din ên navdar jî nas dike û tevî Aykut Can Akman (Yoldaki Şifacı) straneke bi navê ‘Bana Gel’ bi avayekî hevpar çêdike.

DJ’yê ciwan Johntellî: Di nava bêderfetiyan de xwe gihandiye - johntelli 2 1140x570 1

Johntellî, piştre li berava Gola Wanê ya Altinsaçê bo strana xwe ya bi navê Owerland Brow klîbekî dikişîne. Klîp piştre bi etîketa Netd Mûzîkê hatiye weşandin.

Di berdewamiyê de ew dibêje ku bi terzê Ethnîc Deep Housê mûzîkê çêdike û dibêje ku ev terz li gor wî ye. Wî da zanîn ku heta niha 9 stranên wî li ser platformên dijîtal hatine weşandin.

Johntellî piştre dest bi DJ’tiyê dike û bi vî şiklî hewl dide ku deng û mûzîka xwe bigihîne girseyên qelebalix. Lê her çiqas ew dibêje êdî DJ’tî bo wî bûbû ferz jî, derbirî ku di navbera armancên wî de DJ’tî tunebû.

John’Tellî

Mûzîkjenê ciwan her wiha got ku ew di sala 2018’an ji bo mihrîcana mûzîkê ya Gezgînfestê hatiye vexwendin û di vê mîhrîcanê de ew derketiye ser dikê.

DJ’yê ciwan Johntellî: Di nava bêderfetiyan de xwe gihandiye - jontelli1 1 572x1024 1

Johntellî herî dawî qala navê xwe jî kir got, “Di zarokatiyê de min şewqeyeke koboyan hebû û her ti tayek genim jî di nava devê min de bû. Birayê min digot, ‘Qey tu redkit î’ min jî wî re digot na ez Johntellî me. Tellî navê kalikê min e. Ji wê rojê şûnve navê min wekî Johntellî ma.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
DJ’yê ciwan Johntellî: Di nava bêderfetiyan de xwe gihandiye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *