DMME’yê têkildarî girtina rojnamevan Çelebî û Yaşar parastin ji Tirkiyeyê xwest

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê girtina Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îhsan Yaşar û edîtorê rojnameyê Mehmet Alî Çelebî de ji Tirkiyeyê parastin xwest.

Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, di 8’ê Tîrmeha 2018’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin. Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameyê Îhsan Yaşar û edîtorê rojnameyê Mehmet Alî Çelebî jî di nav de 6 rojnamevan hatin girtin. Derbarê 14 kesan de jî doz hate vekirin.

Ceza ji rojnamevanan re hatibû birîn

Di danişîna doza li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate dîtin de ji bo Pinar Tarlak, Ramazan Sola û Mizgîn Pendîk biryara beraetê hate dayîn. Hîcran Urun, Reyhan Hacioglu û Îshak Yasûl ji bi tewana “alîkarîdayîna rêxistinê” bi 3 sal û 15 roj cezayê girtîgehê hatin cezakirin. Her wiha li Yasûl ji “propagandaya rêxistinê” jî salek û 6 meh û 22 roj, li Mehmet Alî Çelebî bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Li Îhsan Yaşar jî “ji ber peydakirina çekê” 10 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

 Di çarçoveya doza ku hemû rojnamevan negirtî tên darizandin de piştî biryar li îstînafê hate xerakirin, rojnamevan jinûve tên darizandin.

Serlêdana ku parêzeran a têkildarî girtina Çelebî û Yaşar li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû, hate qebûlkirin. DMME’yê derbarê girtin, berdewama girtin û azadiya raman a Yaşar û Çelebî de ji Tirkiyeyê parastin xwest. Dadgehê her wiha pirsa ka têkildarî xala 18’an azadiya raman û girtina serlêderan hatiye binpêkirin an na pirsî. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
DMME’yê têkildarî girtina rojnamevan Çelebî û Yaşar parastin ji Tirkiyeyê xwest

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *