Duh 72 hezar û 555 kes bi Covid-19ê ketine, 181 kes mirine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 416 hezar û 453 kesan hatine kirin û di encamê de testa 72 hezar û 555 kesan pozîtîf derketiye, 181 kes pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.

Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 416 hezar û 453 kesan hatine kirin û di encamê de testa 72 hezar û 555 kesan pozîtîf derketiye, 181 kes pê mirine û 87 hezar û 192 kes jî baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.

Li Tirkiyeyê heta niha 57 milyon û 325 hezar û 861 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 52 milyon û 244  hezar û 190 kesan doza 2yem, 24 milyon û 145 hezar 712 doza sêyem, li ser hev 140 milyon û 556 hezar û 373 doz derzî hatine kirin.

Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû

Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.

Jêder: Bianet

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Duh 72 hezar û 555 kes bi Covid-19ê ketine, 181 kes mirine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *