Enflasyona xurekan dibe mayînde: Gel nikare êdî meqerne jî bistîne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li cîhanê eflasyona xurakan ku ev demeke bilind bûbû hêdî hêdi dadikeve jêr. Lê enflasyon li Tirkiyeyê her diçe dibe mayînde û bilind dibe. Li gor Serokê Odeya Endezyarên Ziraetê yên Wanê Engîn Işik, polîtîkayên xelet yên aborî û çandiniyê rê li ber vê yekê vedike. Mehmet Dîner ê li Wanê marketa wî heye jî dide zanîn ku herî zêde wan meqerne difirotin, lê êdî gel nikare meqarne jî bibe mala xwe.

Li Tirkiyeyê enflasyona xurekan ku piştî krîza aborî bilind bûbû, berdewamî bilind dibe. Li gor daneyên Rêxistina Tevkarî ya Aborî û Pêşveçûnê (OECD) welatê herî zêde enflasyona xurekan lê bilind bûye, Tirkiyeye. Ev jî di serî de tesîrê li ser malbatên xizan dike. Xureka ku herî zêde bûhayê wê ji ber enflasyonê bilind bûye jî meqarne ye. Tevî ku li cîhanê enflasyona xurekan dadikeve jêr, li Tirkiyeyê her diçe zêde dibe. Ev jî dide nîşandan ku sedemên bilindbûna enflasyonê yên li Tirkiyeyê cihe ne.

Enflasyona xurekan dibe mayînde: Gel nikare êdî meqerne jî bistîne - gida enflasyonu 3 1140x570 1

Dikandar û pispor didin zanîn ku tevî hatina zivistanê ev rewş wê kambaxtir bibe. Mehmet Dînçer ev nêzî 10 sale li Wanê marketê dide şuxulandin û dibêje ku wî tu caran pêvajoyek wiha jiyan nekiriye.

Di vê navberê de, Serokê Odeya Endezyarên Ziraetê yê Wanê VAN ZMO) Engîn Işik jî dibêje sedema vê yekê polîtîkayên xelet yên aborî û çandiniyê ne.

Gilî û gazincên dikandaran zêde bûne

Dikandar Dînçer beriya ku behsa bilindbûna buhayê tiştan bike, pêşiyê behsa lêçoyînên xwe yên dikanê dike. Ew ji ber faturayên zêde yên ceyran û avê, her wiha pereyê kirê gazincan dike û dibêje mehê herî kêm 5 hezar TL lêçoyînên wî hene. Dinçer, bibîrdixe ku par fatureya ceyranê 150 TL bûye lê, niha mehê 800 TL pereyê ceyranê tê.

Enflasyona xurekan dibe mayînde: Gel nikare êdî meqerne jî bistîne - gida enflasyonu 5 1024x769 1

‘Zivistan wê zehmet derbas bibe’

Dibêje ku ew jî nikarin êdî wekî berê tiştan bistînin û wiha axivî: “Ev zivistan wê gelek bi zehmet derbas bibe. Rewşa me qet baş nîne. Em nikarin êdî kiraya xwe bidin. Tişt gelek buha bûne. Beriya niha koliya hêkan me dida 30 TL yan. Niha bûye 60 TL. Herî zêde tiştên bo destê zarokan yên wekî cips, çîkolata hwd. Zêde bûne. Çîkolataya ku meh-nîv beriya niha me dida yek nîvan, niha bûye 4 TL. Her tim behsa kar dikin. Lê em encak dikarin serê tiştekê ji sedî 10 kar bikin. Li şûna me zincîr market kar dikin.”

Herî dawî Dînçer, behsa bilindbûna bûhayê beqliyatan (birinc, savar, maqerne, fasoliyên hişk, nok, nîsk û hwd.) kir û wiha axivî: “Beriya niha me 5 kîlo birinç 75 TL yan distand. Niha bûye 145 TL. Wekî mînak meqerne 3 TL 75 Kr. bû, niha 12 TL yan e.”

Enflasyona xurekan dibe mayînde: Gel nikare êdî meqerne jî bistîne - gida enflasyonu 4 1024x769 1

Tonek gubre bûye 6 hezar TL

Serokê Odeya Endezyarên Ziraetê yê Wanê (VAN ZMO) Engîn Işik dibêje ku potansiyele Tirkiyeyê ya çandiniyê gelek zêde ye û dide zanîn ku sedema bilind bûna enflasyona xurekan jî girêdide polîtîkayên xelet yên hikumetê. Işik, wiha dirêjî da gotinên xwe, “Li Welatê me lêçoyînên cotkaran yên wekî sotemenî, tuxm û gubreyê gelek zêde bûne. Tu mercên cotkaran nemaye ku êdî çandiniyê bikin. Niha bûhayê tonek gubereya DAP’ê (Gubreya bo çandiniyê tê bikaranîn) li gorî salên 2109-20-21’an ji sedî 200-300 zêde bûye. Beriya niha ev gubre bi 2 hezar 600 TL bû, lê niha bûye 6 hezar 400 TL.”

Enflasyona xurekan dibe mayînde: Gel nikare êdî meqerne jî bistîne - gida enflasyonu 2 1

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Enflasyona xurekan dibe mayînde: Gel nikare êdî meqerne jî bistîne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *