Erdhejên Mereşê bandor li milyonan sewalan kiriye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Piştî erdhejên Mereşê ku di 6’ê Sibatê de rû dabûn, li herêma erdhejê xebata rakirina xirbeyan berdewam dike. Li gor rayedarên fermî erdhejan bandor li ser 14 milyon mirovan kiriye. Lê nayê zanîn ku ku erdhejê bandor li ser çend sewalan kiriye. Ji destpêka roja ewil ya erdhejê vir ve ekibeke girêdayî Yekitiya Beytarên Tirk li herêma erdhejê xebatê dimeşine.  

Erdhejên Mereşê bandor li milyonan sewalan kiriye - depremzede hayvanlar 2 1024x1024 1

Erdhejên ku di 6’ê Sibatê de li Mereşê rû dan bandorek gelek xerab li ser jiyana sewalan jî kir. Ji ber ku stargeh û govên wan xerabûne hejmarek zêde sewal mirine. Hêj derbarê hejmara sewalên ku mirine de tu daneyên fermî nehatine eşkere kirin. Her çiqas tu dane nehatibin eşkerekirin jî, tê pêşbînîkirin di erdhejê de 11 milyon sewalên kedîkirî û yên li kolanê jiyan dikin mirine.

Erdhejên Mereşê bandor li milyonan sewalan kiriye - depremzede hayvanlar 12 1024x768 1

Ekîba Yekitiya Beytarên Tirk ji bo sewalan li herêma erdhejê navendeke mabil avakirine û li vir sewalên derman dikin.

Ji roja ewil ya erdhejê çûne herêmê

Serokê Odeya Beytarên Herêma Wanê (Wan-Colemêrg-Bedlîs) Cumalî Ozer diyar kir ku sibeha erdhejê wan li gel Konseya Navendî ya Yekitiya Beytarên Tirk û 56 odeyên girêdayî wê, civînek lidar xistiye. Ozer, derbirî ku piştî civînê lez û bez derbasî herêma erdhejê bûne wiha axivî: “Me wekî Odeyên Beytarên Tirk yên Wan, Amed û Mêrdînê, Semsur wekî bira diyar kir. Li gor pêdiviyê me ji bilî Semsûrê hevalên xwe arasteyî bajarên wekî Hatay, Mereş û Dîlokê kir. Li herêma erdhejê ji bo pisîk, kuçik, dewar û pezên di bin xirbeyan de asê mabûn pêdivî bi alîkariya me hebû. Her wiha kuçikên ku di xebata lêgerînê de dihatin bikaranîn ku carnan birîndar dibûn jî hewceyî dermankirinê bûn.”

Erdhejên Mereşê bandor li milyonan sewalan kiriye - depremzede hayvanlar 2 1024x1024 2

Li gundan jî xebat meşandine

Ozer derbarê xebatên xwe yên li gundan de jî hin agahî parve kirin û wiha domand: “Li gundan tevî sewalan, yêmê wan jî di bin xirbeyan de mabû. Hevalên me, hem bo dewar û pez, hem jî bo pisîk û kuçikên ku birçî mabûn xurek danîn wê derê. Bi rêya Midûriyetên Çandinî û Daristanê me ji herêmê re yêm şand û belav kir.”

Erdhejên Mereşê bandor li milyonan sewalan kiriye - depremzede hayvanlar 13 461x1024 1

Ozer her wiha destnîşan kir ku li herêmê bo sewalan nexweşxaneyeke çolê (Sahra) avakirine û li vir mudaxaleyê sewalên birîndar kirine.

Hejmara sewalên ku li midûriyetên Çandinî û Daristanan hatine tomarkirin wiha ne:

Edene: 237 hezar dewar-970 hezar pez û bizin

Semsûr: 98 hezar dewar-310 hezar pez û bizin

Amed: 540 hezar dewar -2 heza û 35 pez û bizin

Xarpêt: 174 hezar dewar -85 hezar pez û bizin

Dîlok: 205 hezar dewar-Milyonek û 25 hezar pez û bizin

Hatay: 148 hezar dewar -530 hezar pez û bizin

Mereş: 215 hezar dewar-965 hezar pez û bizin

Kilîs: 11 hezar dewar -182 hezar pez û bizin

Meletî: 198 hezar dewar-511 hezar pez û bizin

Osmaniye: 63 hezar dewar -212 hezar pez û bizin

Riha: 317 hezar dewar -2 milyon û 140 hezar pez û bizin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Erdhejên Mereşê bandor li milyonan sewalan kiriye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *