Erdogan û Putîn li Rusyayê dê bên cem hev

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dê bi rojeva Bakurê Suriyê li hev biçivin.

Li gor agahiyên di çapemeniyê de cih girtine, Erdogan û Pûtîn dê sibê li bajarê Sochî yê Rûsyayê bicivin. Çavli rêye ku di civînê de operasyona muhtemel ya Tirkiyê bo Bakurê Suriyê bê nîqaşkirin.

Tirkiye bo operasyonê bi israr e

Rûsyayê beriya niha dabû xuya kirin ku ew li dijî operasyoneke li hemberî Bakurê Suriyê ne. Lê Tirkiye bo operasyoneke li ser Minbic û Til Rifetê bi israr e.

Rusya û Îran piştgirî nadin operasyona Tirkiyeyê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku du hefte beriya niha Erdogan û Putin li Tehranê di lutkeya sê alî ya Rusya, Îran û Tirkiyê de hatibûn ba hev.

Di daxuyaniya piştî lûtkeyê hat eşkerekirin de hatibû diyarkirin, Rûsya û Îran piştgirî nadin operasyona Tirkiyeyê bo Bakurê Suriyê.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Erdogan û Putîn li Rusyayê dê bên cem hev

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *