Esnafên Wanê beriya hatina geştiyarên Îranî dest bi amadekariyan kirin e

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Geştiyarên Îranî bo bêhnvedana xwe ya Newrozê li vir derbas bikin, her sal berê xwe didin Wanê. Esnaf û xwediyê kargehan yên li Wanê jî bo ku ji geştiyaran re malovaniyek baş bikin, dest bi amadekariyan kirine.

Bêhnvedana Cejna Newrozê li Îranê 15 rojin. Ji bo ku dema bêhnvedanê li vir derbas bikin, wekî hersal careke din geştiyarên Îranê berê xwe dane Wan ê. Wan jî bi hatina geştiyarên Îranî geş bûye û xwe ji bo hatina wan amade kiriye.

Esnafên Wanê beriya hatina geştiyarên Îranî dest bi amadekariyan kirin e - Esnafen Wane beriya behnvedana Newroze ya Iraniyan dest bi amedekariyan kirine 4

Her sal ji Îranê bi deh hezaran kes di bêhnvedana Newrozê de ku du hefteyan berdewam dike, serdana Wanê dikin.

Bajarê Wanê hemû amadehiyên xwe bo pêşwazîkirina geştyarên bêhnvedana Newroza 2023’an temam kirine.

Esnafên Wanê beriya hatina geştiyarên Îranî dest bi amadekariyan kirin e - Esnafen Wane beriya behnvedana Newroze ya Iraniyan dest bi amedekariyan kirine 3

Xwediyê Otelê Sebahattin Duran li ser hatina geştyaran got, “21ê mehê wek roja Newrozê hatiye ragihandin. Em ji 19ê mehê ve êdî çaverêya mêvanên xwe dikin. Rezervasyonên me heta %80-90 tijî bûne. Me li gor wê hemû amadehiyên xwe temam kirine. Em niha li benda mêvanên xwe ne.”

Esnafên Wanê beriya hatina geştiyarên Îranî dest bi amadekariyan kirin e - Esnafen Wane beriya behnvedana Newroze ya Iraniyan dest bi amedekariyan kirine 1

Geştyar bi roj li cihên dîrokî digerin û bi şevan jî cil û kelûpelan dikirîn. Ew herwiha di şahiyên taybet ku bo wan tên organîzekirin de jî demên xweş derbas dikin. Bi hatina geştyarên Newrozê aboriya bajêr jî geş dibe.

Geştyar Cevat Hisênzade got, “Wan bajerekî gelekî xweş e, em jê hezdikin û bo me bajarekî hêja ye. Herwiha bo kirîna tiştan jî, em ji bo kirîna tiştan hatine. Me cil û kelûpelên malê kirîn.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê, meha Çileyê ragihand, di 11 mehên destpêkê yên sala 2022ê de 700 hezar geştyaran serdana Wanê kirine, ku 412 hezar û 408 kes ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûne. Herwiha dahata Wanê ya 2022ê ji geştyariyê 350 milyon dolar bûye. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Esnafên Wanê beriya hatina geştiyarên Îranî dest bi amadekariyan kirin e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *