Fabrîqeyên Wanê nikarin li hemberî krîzê berxwe bidin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Fabrîqeyên li Herema Pîşesaziya Organîze ya Wanê nikarin li hemberî krîza aborî li berxwe bidin. Girtina van fabrîqeyan li heremê bûye sedema bêkarî û neçariyê.

Fabrîqeyên li Herema Pîşesaziya Organîze ya Wanê, ji ber lêçûyînên enerjiyê ketine nava tengasiyê. Di vê heremê de çend sal beriya niha 140 fabriqeyên di sektorên wekî înşaat, plastîk, pakêtkirin, xwarin û kimyayê de dixebitin hatibûn vekirin. Piştî krîza aborî ji van fabrîqeyan nêzî 40 heb hatine girtin.

Serokê Desteya Rêveber a Komelaya Karsazên Herema Organîze û Karsazan (VOSÎAD) Şemsettin Bozkurt,  ku derbarê mijarê de agahî dan Serhat Newsê, got ku fabrîqe jiber lêçûyînên elektrik, gaza xwezayî û krediyên banqeyan ketine nava rewşek pir xerab de û daxwaz kir ku ji van kargehan re piştgirî were dayî.

‘Ji ber enflasyona zêde kargeh yek bi yek tên girtin’

Bozkurt diyar kir ku meh û nîvek berê deriyê fabrîqeya ku li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Wanê bi nirxê herî bilind berhemên tibî çêdike hat kilîtkirin. Bi nûnerê şirketê re jî axivî. Xwediyê fîrmayê dibêje ku wî ji xwe re gotiye “Li Tirkiyeyê pêvajoya enflasyonê ya herî zêde ye” û wiha pêde diçe: “Dema ku hûn pîşesaziyê dibînin dîmenek ku we diêşîne derdikeve holê. Mixabin hema bêje ne mimkûn e ku meriv dengê çerxên kargehan, dengê karkeran û çîçikên kevin were bihîstin. Kargeha me ya mermer a ku hilberîna herî zêde ya teknolojîk bû, berê hatibû girtin. Veberhênana 35 hezar metrekare ya 50 milyon dolar mixabin niha kar nake. Gava meriv çep û rast li hemî kargehan dinêre, yek ji wan bi rêkûpêk hilberînê nake. Kargeheke me ya lûleyan jî beriya demeke kurt ji ber ku hewcedariyeke biçûk a aborî pêk nehat, hat girtin. Dîsa kargehên me yên ardê bi erdê re hatin kavilkirin û hinek ji wan hatin girtin.”

‘Em nikarin bi avayekî baş hilberîn bikin’

Bozkurt da zanîn ku li Herêma Pîşesazî ji sedî 30 girtî ne û ji sedî 50 ê 70 mayî jî girtî ne jî Bozkurt got, “Tevî ku em jî di nav de fabrîqeyên herî navdar yên di warê sektora strafor û kîmyevî de kar dikin li vir in jî, em nikarin bi avayekî baş hilbirîn bikin. Niha di qonaxa 1-2-3 ya Herêma Pîşesazî de 40 kargeh hene. 40 ji wan hatine girtin û 100 ji wan ji xeynî kapasîteya 150, nikarin bi awayekî saxlem bi lêçûnên zêde yên enerjî, gaza xwezayî û elektrîkê hilberînin.

‘Divê ji hilberîneran re deynên demdirêj bên dayîn’

Bazkurt, anî ziman ku bankayên dewletê fînansê nadin sektorên taybet û fînanse jî bi sîstema torpîdoyê tê dayîn û got ku kargehên hilberînê yên hemû endamên wê bi girtîbûnê re rû bi rû ne. Di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dê Wanê ji vê pirsgirêkê gelek zirarê bibîne û ji bo ku ev yek pêk neyê divê bi deynên bêfaîz an jî demdirêj fînanse ji hilberîneran re bê dayîn û wiha pê de çû: “Pêdivî ye ku bi lezgîn pêşî li van bê girtin. Hemû kargeh dimirin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Fabrîqeyên Wanê nikarin li hemberî krîzê berxwe bidin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *