Trend Nûçe

Serokê DEVA’yê Babacan: Divê pirsgirêka Kurd li parlementoyê bê çareserkirin
Aktûel

Serokê DEVA’yê Babacan: Divê pirsgirêka Kurd li parlementoyê bê çareserkirin

21 ئازار 2023
0

Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan, derbarê nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd de got, “Em dibêjin divê hemû pirsgirêk...

Read more
Wan jî di nav de îro li 23 navenda Newroz bi coş tê pîrozkirin

Wan jî di nav de îro li 23 navenda Newroz bi coş tê pîrozkirin

19 ئازار 2023
Li Wanê piştî Newrozê mudaxale: 37 kes hatin desteserkirin

Li Wanê piştî Newrozê mudaxale: 37 kes hatin desteserkirin

19 ئازار 2023
Yekbûn a biçûk ji Newroza îsal re amade ye

Yekbûn a biçûk ji Newroza îsal re amade ye

18 ئازار 2023
Newroza Amedê bi coşek mezin tê lidarxistin

Newroza Amedê bi coşek mezin tê lidarxistin

21 ئازار 2023
چوار شه‌ممه‌, ئازار 22, 2023
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî
Serhat NEWS
  • Destpêk
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Îklîm
  • Çand û Huner
  • Nivîskar
No Result
View All Result
Serhat NEWS
No Result
View All Result

Destpêk » Foggo: Zêdebûna zixaniyê dibe sedema metirsiyê

Foggo: Zêdebûna zixaniyê dibe sedema metirsiyê

Yeşim KaraağarbyYeşim Karaağar
17/01/2023
in Aborî, Bi Dîmen, Hemû Nûçe, Taybet
A A
0
Foggo: Zêdebûna zixaniyê dibe sedema metirsiyê

Hacer Foggo

Li ser Facebook'ê Parve BikeLi ser Twitter'ê Parve BikeLi ser Whatsapp'ê Parve Bike

Koordînatora Ofîsa Piştevanîya Xizaniyê ya CHP’ê Hacer Foggo, destnîşan kir ku li Wanê xizanî gelek zêde bûye û ji ber vê yekê hejmarek zêde zarok bo xebatê, bi neçarî dev ji dibistanê berdidin.

Koordînatora Ofîsa Piştevanîya Xizaniyê ya CHP’ê Hacer Foggo bi armanca lêkolînkirina xizaniya li Wanê tê jiyandin, hate bajêr. Foggo, derbirî ku li Wanê xizanî pir zêde ye û çavdêriyên xwe bi Serhat Newsê re parve kirin.

Di destpêkê de Foggo, diyar kir ku li bajêr xizanî her diçe kûrtir dibe û got ku ew (li bajêr) hem xizaniya bê ewlehî û hem jî ya bê ewlehiya civakî dibînin. Foggo, her wiha dibêje hem kesên bêkar xizaniyê jiyan dikin û hem jî piraniya xebatkaran bi heman avayî xizaniyê re rû bi rû dimînin. Di vê derbarê de Foggo wiha dirêjî da gotinên xwe: “Lewra muçeya kêmanî (asgarî ucret) di bin sînorê birçîbûnê de ye. Di heman demê de ev mirov dibin sînorê xizaniyê de jî jiyan dikin. Yanî mirov dişixulin lê nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bidest bixin.”

‘6 mehan cerekî kirê tên zêdekirin’

Foggo, anî ziman ku li bajar kirêya avahiyan derketiye sê-çar qatan û got ku xwediyê avahiyan çi nebe 6 mehan carekî kirêyan zêde dikin. Di vê çarçoveyê de ew diyar dike ku hin caran xwediyê malan bi neçarî kirêyan zêde dikin, lê gelek cihan jî êdî ev bûye çavkaniyek rantê. Foggo, ku gotinên xwe domandin behsa masrafên zarokan yên dibistanê jî kir û got ku di vê rewşê de malekê de çend kes xebatkar hebin jî êdî malbat nikarin bi rehetî hemû pêdiviyên xwe pêk bînin.

Di vê çarçoveyê de Foggo, balê dikişîne ser rewşa civakî û dibêje ku bi sedema van şert û mercan, metirsî li ser civakê çêdibe û wiha domand: “Ciwanek metirsdare ku dema zanîngeh qedand, wê çi bike… Mirov her tim di nava metirsiya pêşerojê de ne. Nizanin wê çi bikin.”

‘Alîkariyên civakî têra nakin’

Foggo, destnîşan kir ku her roj diçe hejmara kesên ku pêdivî bi alîkariya civakî heyî zêde dibe û da zanîn ev alîkariyên civakî yên heyî jî têra vê yekê nakin. Wê gotinên xwe wiha berdewam kir: “Dema em dibêjin dewleta civakî, tê wê wateyê ku hemû welatî bi serê xwe bikaribin aboriya xwe pêk bînin û hemû pêdiviyên xwe bêminet bicih bînin. Mixabin îro rewş ne wiha ye. Divê welatî beyî ku minetê li partiyekî an jî saziyekê bikin, bi şeref û heysiyeta xwe bikaribin bijîn.

‘Bajarê herî xizan Şirnex e’

Foggo, ku berdewamî çavdêriyên xwe par ve kir, diyar kir ku xizanî li her heremê di rewşê cudatir de tên ber çavan û wiha got, “Li gor nexşerêya birçîbûnê ya Rêxistina Xurekan ya Cihanê, li Tirkiyeyê bajarê herî xizan Şirnex e. Di wê nexşerêyê de derketiye holê ku pêşveçûna zarokan li gor deveren din kêmtir e. Ev nexşerê jî newekheviya di navbera heraman de dide nîşandan. Zarokên ku di biçûkatiya xwe de têr nexwin, rastî gelek nexweşiyan tên û dema mezin jî dibin ev nexweşî pêsîra wan bernadin.

Wanî ji bo kar koç dikin

Foggo amaje li ser rewşa Wanê jî kir û got, “Li vir xizaniyek kûr heye. Mirov ji bo kar ji vir koç dikin. Metirsiyek li ser civakê heye. Zarok daku bixebitin, dev ji perwerdehiyê berdini. Ev jî nîşaneyeke kûrbûna xizaniyê ye.”

Serhat News

(lg)

ShareTweetSend
Previous Post

Li Dîlokê malbat şer çûn: 3 kes mirin

Next Post

BUPAR: Namzetê Tifaqa Millet li pêşiyê ye

Next Post
Anket! Ji sala 2018’an heta 2023’an dengên AKP’ê %10 kêm bûne

BUPAR: Namzetê Tifaqa Millet li pêşiyê ye

وەڵامێک بنووسە هەڵوەشاندنەوەی وەڵام

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Serhat NEWS

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

Menu ya Zû

  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî

Parvekirinên Me Yên Ser Medya Civakîız

No Result
View All Result
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Destpêk
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Îklîm
  • Çand û Huner
  • Nivîskar

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek, çerezlerin kullanılmasına izin vermiş olursunuz. Gizlilik ve Çerez Politikamızı ziyaret edin.