Gelê Îranê vê car jî ji ber tunebûna gazê serî hilda

featured
WÊNE KURDISTAN TV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê piştî ku ev çend mehe gel çalakiyên nerazîbûnê li hemberî rejîmê lidar dixe, vê car jî tunebûna gazê bûye sedema nerazîbûnan.

Jiber tunebûn û hinek cihan jî kêmbûna gaza xwezayî li gelek bajarên Îranê gel daketiye qadan.

Li gor agahiyan, li bajarê Tirbeta Cam ya li eyaleta Xorasanê ku dikeve Bakûrê Rojhilatê Îranê, bi sedema tunebûn û kêmbûna gaza xwezayî welatî daketine kolanan û xwepêşendanan lidar dixin.

Hat ragihandin ku bo tepisandina çalakiyan rejîma Komara Îslamî ya Îranê hêzeke mezin ya leşkerî şandiye vî bajarî.

Tê gotin, di navbera hêzên ewlekarî û çalakvanan de pevçûn derketine, lê derbarê encamê de ti agahî nehatine bidestxistin. (Kurdistan TV)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gelê Îranê vê car jî ji ber tunebûna gazê serî hilda

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *