Gelo dê aqubeta otoparka li Wanê bibe çi?

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, otoparka pirqatî ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve di sala 2011’an de dest bi çêkirina wê hatibû kirin û di sala 2015’an de jî hatibû qedandin, li holê maye. Waliyê Wanê ku di heman demê de qeyumê Şaredariya Bajarê Mezin e Ozan Balci daxuyand ku, otoparka ku ji 7 qatan pêktê û cihê 410 wesayîtan e, wê bo ciwanan bikin navenda ciwanan û etutê.

Otoparka pirqatî, bi armanca çareserkirina pirsgirêka trafîkê ya Wanê, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a ve hatiye çêkirin. Înşaata otoparkê, di sala 2015’an hate qedandin. Wê çaxê jî ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re qeyûm hat diyarkirin. Qeyumê destpêkê Walî Îbrahim Taşyapan, dest neda otoparkê, lê qeyûmê, dû wî re projeya vê derê guhert û kire navenda kar. Bo veguhestina ji otoparkê bo navenda kar, 13 û nîv milyon TL hatin xerckirin. Hin dikanên di Sûka Misrê de ku li kêleka otoparkê ye jî hanîn vê derê. Dîsa wê demê hin esnafan, bi hinceta rîskên wê hene û ne guncav e, doz vekirin û dadgehê biryara ‘Betalkirina pêkanînê’ da.

Ji wê çaxê vir ve, otopark wisa hatiye hiştin û tu tişt nehatiye kirin. Waliyê Wanê ku di heman demê de qeyumê Şaredariya Bajarê Mezin e Ozan Balci daxuyand ku, otoparka ku ji 7 qatan pêktê û cihê 410 wesayîtan e, wê bo ciwanan bikin navenda ciwanan û etutê.

 ‘Li holê kaosek heye’

Xwediyên hin dikanên di otoparkê de Abîdin Aslan got ku wî ev dikan,  di salên 2016-17’an de kiriye û wiha axivî: “Li holê kaos heye. Me li gel hin dikandaran civînek pêkanî û dû re jî me doz vekirin. Dema ku gotin ‘Ev der wê bibe qada bajêr’ me jî projeya xwe ya qadên hêşîn pêşkeş kir. Pişt re ji Konyayê pisporê plansaziya bajêrvaniyê hat. Li vir xebata plansaziya qada bajêr pêk anîn. Xwestin me jî di vê çarçoveyê de îkna bikin. Piştî ku hat zanîn ev der wê bibe navenda kar, me bi daxwaznameyan serî li şeredariyê da. Li gor nêrîna pisporan me diyar kir ku ev der gelek nizme û bo kargehê ne guncav e.”

<strong>Gelo dê aqubeta otoparka li Wanê bibe çi?</strong> - Vanda ‘atil durumdaki katli otoparkin ne olacagina karar verilemiyor1 1
Abidin Aslan

Serî li Şureya Dewletê dane

Aslan, derbirî ku, bo betalkirina biryarê wana serî li Şuraya Dewletê daye û biryar dane betalkirin. Lê, di vê demê de Aslan amaje wê yekê dike ku her ku ew bi dedgehê ve mijûl bûne, rayedaran bo vê derê bikin qada bajêr dest bi xebaê kirine. Aslan, anî ziman ku rayedaran beyî xebata diyarkirina lêkolîna zemînê, bi avayekî derhiquqî biryara veguhestina bajarvaniyê dane wergirtin û ev biryara xelet ji aliyê dadgehê ve hatiye betalkirin.

‘Çima hûn welatiyan dihêlin biçin cihê ku yekîneyên şaredariyê naçin?’

Aslan dibêje, esnafên di Suka Misrê de bûn, demekê di otoparkê de hatine cihkirin, lê dema dikandaran dîtiye rewş nebaşe, dev ji vê berdena û ji vir bar kirine. Aslan wiha berdewam dike: “Dema neçû vê carê Mehmet Emîn Bîlmez hewl da VASKÎ bicih bike. Ji Cem Ulker Kaplan re pêşniyar kir û ew jî neçû. Û me got, eger hûn nikarin biçin wir, çima hûn welatiyan dişînin? Ji ber vê yekê qeyumê ku nû hatî got ku ew ê navendeke ciwanan ava bikin. Her wiha yek ji yekeyên şaredariyê dê bînin wir.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gelo dê aqubeta otoparka li Wanê bibe çi?

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *