Gola Keşîş ya li Wanê bi hatina biharê geştiyaran sermest dike

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Gola Keşîşê ku ji aliyê Qralê Urartuyan Rûsayê II’yem ve hatiye çêkirin bi hatina biharê xemla xwe li xwe kiriye û geştiyarên ku têne vê derê bi bedewiya xwe ya sirûştî sermest dike.

Gola Keşîk a li quntara Çiyayê Erek ya li Wanê, bi girtina pêşiya geliyê çem ve çêbûye, van rojan bi menzereya xwe ya xweşik ya tonên kesk û kulîlkên reng bi reng xwezahezan diezimîne.

Gola Keşîş ya li Wanê bi hatina biharê geştiyaran sermest dike - AA 20230522 31205974 31205968 VANDA DOGASEVERLER 2 BIN 500 RAKIMLI KESIS GOLUNUN CEVRESINI GEZDI 1

Kuluba Werzişa Xwezayê ya Wadiyê tevî komek çiyageran, derket herêma golê û li dora gola ku biharê bi xwezaya xwe ya sipehî mirovan sermest dike, meşiyan.

Xwezahezên kêfa hewaya paqij kirin, bedewiyên deverê bi têlefona xwe ya mobîl kişandin.

Serokê Kulubê Omer Demez diyar kir, bi hatina biharê re ji wan hatiye daxwazkirin ku bernameyeke ger û geştê li dar bixin.

Gola Keşîş ya li Wanê bi hatina biharê geştiyaran sermest dike - Gola Kesis ya li Wane bi hatina bihare gestiyaran sermest dike 2

Demez destnîşan kir ku ew jî di vê çarçoveyê da digel ekîbeke 86 kesî hatine herêmê.

Gola Keşîş ya li Wanê bi hatina biharê geştiyaran sermest dike - Gola Kesis ya li Wane bi hatina bihare gestiyaran sermest dike 4

Demez her wiha got ku Gola Keşîşê dikeve navbera navenda Wanê û navçeya Payîzavayê (Gulpinar) û wiha dewam kir, “Ev tûra me ya yekem a îsal e. Di çarçoveya bernameya kuluba me de em ê îsal 4 tûran li dar bixin. Em li gel xwezahezan meşiyan û çalakî li dar xistin.”

Xwezahez Emrah Yavuz jî wiha got, “Gola Keşîşê ji qadên nadîde yên welatê me ye. Xwezaya nedîtî ya golê ziyaretvanan hejmetkar dihêle. Divê herkes were û bibîne.”

Gola Keşîş ya li Wanê bi hatina biharê geştiyaran sermest dike - Gola Kesis ya li Wane bi hatina bihare gestiyaran sermest dike 5

Dîlan Temela ji Diyarbekirê hatiye jî destnîşan kir ku gol ji bedewiyên girîng ên welêt e û wiha dewam kir, “Xwezaya newaze ya golê ziyaretvanan hejmetkar dihêle. Lewma jî divê herkes were dîtina vir, ev der her wisa ji bo werzişên xwezayê jî pir guncav e.”

Gola Keşîş ya li Wanê bi hatina biharê geştiyaran sermest dike - Gola Kesis ya li Wane bi hatina bihare gestiyaran sermest dike 3

Filiz Temelê jî diyar kir ku çalakiya wan xweş derbas bû û pir kêfa wan ji menzereyê ra hat. (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gola Keşîş ya li Wanê bi hatina biharê geştiyaran sermest dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *