Gola Wanê û çem û robarên li derdorê ziwa dibin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Jiber guherîna îklîmê îsal li herema Wanê şilî hindik barî û ava Gola Wanê û çem û robarên derdora wê jî kêm bûye. Vê rewşê bandor li ser çandinî û ajalvaniyê jî kiriye.

Di encama lêkolînan de derketiye holê ku ji ber hişkesaliyê, asta ava Gola Wanê û ya çem û robarên li derdorê kêm bûye.

Prof. Dr. Faruk Alaeddînoglû, dersdarê Beşa Cografyayê yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê yê Wanê gotiye ku hişkesalî tenê ne pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye, ew her weha ya hemû cîhanê ye û xwestiye ku tedbîrên cidî werin girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Prof. Dr. Alaeddînoglûyî diyar kiriye ku hewdikên derdora wan girtî nikarin ji derve avê hilgirin û ji ber wê ye ku divê rêveberiya avê ya hewdikên girtî pêk were.

Prof. Dr. Mûrat Tûnçturk, Dekanê Fakulteya Çandiniyê yê heman zanîngehê jî diyar kiriye ku hişkesalî bandorê tenê li çavkaniyên avê nake, her weha li çandinî û ajalvaniyê jî dike.

 Prof. Dr. Tûnçturkî jî diyar kiriye ku divê di xerckirina avê de bi taybet bibaldar bin û gotiye ew mirovên dahata wan ji ajalvanî û çandiniyê tê, ji ber hişkesaliyê wê pirsgirêkên cidî bijîn:

“Ji ber ku baran tune zevî ziwa bûne. Li gor daneyên avûhewayê ya 2021an li Gola Wanê baran li gor par ji sedî 12, li gor salên derbasbûyî jî ji sedî 33 kêm bûye. Li gor salên derbasûyî heta 21ê Hezîranê 260 milîmêtro baran li metrekareyê ketiye lê îsal li derdora 170 milîmêtroyî ye. Ev jî bandoreke neyênî li wan herêman dike ke çandiniya bêav dike.”

Jêder: Bianet

(AA)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gola Wanê û çem û robarên li derdorê ziwa dibin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *